13:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Pêşbirk - Futbol

    Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Duh ji hêla Desteya Wezareta Tirkiyê ve 3 Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin. Di vê çarçoveyê de Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin.

    Desteya Wezîran di çarçoveya KHK ya hejmar 679an de biryar girt ku Komeleya Kluba Sporê ya Şaredariya Şirnexê û Komeleya Klubû ya Sporê ya 73 Cizîrê bên girtin.

    Di heman çarçoveyê de bi hezaran karmend, akademisyen, dozger, dadwer jî ji kar hatibûn dûrxistin û bi dehan komele jî hatibûn girtin ku di nava wan de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û çendên din ên kurdan jî cî digirtin.

    Bi heman mijarî:

    Beşîkçî: Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide demokrasiyê
    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
    Akademîya Ehmedê Xanî hat mohrkirin
    Bi biryarnameya hikmî nêzî 10 hezaran karmend ji kar hatin avêtin
    Wezareta Navxweyî: "265 karmend ji kar hatin dûrxistin"
    Etîketan:
    akademisyen, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), Komeleya Klubû ya Sporê ya 73 Cizîrê, Komeleya Kluba Sporê ya Şaredariya Şirnexê, Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Tirkiye, Cizîr, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de