06:29 19 Tebax 2017
Zindî
    Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

    Serokwezîrê Tirkiyê piştî krîza Başîkayê cara pêşî diçe Iraqê

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim piştî krîza Başîkayê cara pêşî îro çû Bexdayê û wê ji vir derbasî Hewlêrê bibe. Yildirim li Hewlêrê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwêzîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin.

    Navenda Çapemeniya Serokwezareta Tirkiye derbarê serdana Yildirim de daxuyanuyek da. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Yildirim wê îro û 8ê Rêbendanê serdana Bexda û Hewlêrê bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi munasebeta vê serdanê re çavlirêye 3yemîn civîna Desteya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye û Iraqê di bin serokatiya Serokwêzîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de lidar bikeve.

    Hat diyarkirin ku Yildirim li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Masûm û Serokê Meclîsa Nûneran Selîm Cûbûrî bi rayedarên partiya, rayedarên payebilind ên siyasî û nûnerên tirkmenên Iraqê re jî werin ba hev.

    ‘BI BARZANÎ RE JÎ DÊ WERE BA HEV‘

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê şerê di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê, hebûna PKKê ya li Şengalê jî were guftûgokirin. Herwiha mijarên weke DAIŞ, FETOyê, têkiliya aborî ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî wê werin rojevê.

    Yildirim piştî Bexdayê wê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinan bike.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Hebûna me li Başîqayê, ne binpêkirina serweriya Iraqê ye
    Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim: DYA çekan dide YPGê
    Yildirim: Nûsra û DAIŞ di agirbestê de cî nagirin
    Yildirim, bi Cîgirê Serokomarê Îranê Cihangirî re axivî
    Yildirim û Medvedev li ser Helebê peyivîn
    Yildirim: "Encam PKKê nîşan dide, gumana me tuneye"
    Etîketan:
    Desteya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye û Iraqê, Artêşa tirk, FETO, DAIŞ, PKK, Fûad Masûm, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Selîm Cûbûrî, Heyder Ebadî, Binali Yildirim, Şengal, Başîka, Hewlêr, Herêma Kurdistanê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de