12:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Rojava

    'Mûçeyên 4 hezar karmendên Rojava hat birîn'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7501

    Hikûmeta Sûriyê biryar derxist ku mûçeyên 4 hezar karmendên parêzgeha Hesekê qut bike.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyeke Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê ya Rojava, Hikûmeta Sûriyê biryareke nû derxistiye û bi wê biryarê mûçeyên 4.000 karmendên li parêzgeha Hesekê biriye.

    Hat îdiakirin, sedema birîna mûçeyên karmendan beşdar nebûna wan a Feyleqa 5 e ku di meha 11an a 2016an de ji aliyê artêşa Sûriyê ve ji bo operasyonên taybet hatiye avakirin.

    Li gor nûçeyê daxwaz ji 200 karmendên Desteya Perwerdeya Hesekê hatiye kirin ku xwe li Feyleqa 5 tomar bikin û ji bo wergirtina mûçeyan jî şert hatiye danîn ku belgeyeke diyarkirina rewşa leşkerî bistînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Hemû bajarên Tirkiyê rûbirûyê terorê ne
    Pentagon: Em hay ji girîngiya Încîrlikê hene
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Li Iraqê teqîn: 10 kes hatin kuştin
    Îstîxbarata Amerîkayê bi israr e ku êrişên sîberê Rûsyayê birêve biriye
    Etîketan:
    Biryara qutkirina mûçeyan, Hikûmeta Sûriyê, hesekê, Rojava, ROJAVA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de