14:41 22 Îlon 2017
Zindî
    John Kerry

    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'

    © REUTERS/ NTB Scanpix/Lise Aaserud
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 82 0 0

    Tê îdiakirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry di civîneke bi opozîsyona Sûriyê re de, mikur hatiye û gotiye, ‘Ji bo ku em Esad bînin ser maseya muzakereyan me ji dûr ve li bihêzbûna DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand.’

    Di tomarên dengî yên 37 xulekan ku li ser Wikileaksê hatine belavkirin de, tê îdiakirin ku Kerry digel muxalîfên Sûriyê diaxive û mikur tê ku wî ji Serokê Amerîkayê Barack Obama daxwaza destwerdana leşkerî bo Esad kiriye, lê biser neketiye û dide zanîn, ji bo Esad werînin ser maseya muzakereyan wan ji dûr ve li bihêzbûna DAIŞê temaşe kiriye.

    KERRY: ME LI BIHÊZBÛNA DAIŞÊ TEMAŞE KIR

    Li gor tomaran Kerry dibêje, tekane armanca Obama destguhertina rêveberiyê bû û wiha didomîne: "Me didît ku mezin dibe û me lê temaşe dikir. Me dît ku DAIŞ bihêz dibe û em hizirîn ku gef li ser Esad çêbûye. Dîsa jî em fikirîn ku heta muzakereyên dahatuyê bi Esad re debar bikin, lê wî jî piştgiriya Pûtîn stand."

    TOMARÊN DENG BERÊ JÎ HATIBÛN BELAVKIRIN

    Hêjayî bibîrxistinê ye beşek ji tomara ku tê îdiakirin dengê Kerry ye, di meha îlona 2016an de di rojnameya New York Times de hatibû weşandin. CNN International jî di cotmehê de ew deng belav kiribû û paşê bi hinceta ‘ewlehiya beşdaran' tomar jê biribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê teqîn: 10 kes hatin kuştin
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Nûnerê Taybet yê NYyê: Em dikarin biryarên Astanayê li Cenevê bikar bînin
    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê êrişa li Izmirê şermezar kir
    Amerîkayê kurê Ûsame bîn Ladîn xist lîsteya terorîstan
    Etîketan:
    John Kerry, Esad, Pûtîn, DAIŞ, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de