09:55 21 Îlon 2017
Zindî
    Medics arrive at the scene after an explosion outside a courthouse in Izmir, Turkey, January 5, 2017

    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir

    © REUTERS/ Hakan Akgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10210

    Her 4 partiyên parlalmena Tirkiyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Komariya Gel (CHP), Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa Îzmîrê li ser kursiyê parlamenê şermezar kir.

    Li ser navê AK Partiyê Nacî Agbal di destpêka axaftina xwe ya Civata Giştî ya Parlamena Tirkiyê de, polîs û karmendê dadweriyê yê ku di êrîşa Îzmîrê de can dane bi bîr anî û got, ‘Hemû komên partiyên me bi daxuyaniyên hevpar nîşan didin ku em ê bi vê îradayê wek dewlet, parlamento, hikûmet, hêzên ewlekariyê û milet bi hev re heta dawiyê bi terorê re têbikoşin.'

    Li ser navê koma HDPê ya parlamenê Wekîlê Serokê HDPê Ahmet Yildirim jî daxuyakirin ku êrîşa Îzmîrê ji aliyê çi aliyan ve hatibe kirin jî jiyana civakî kiriye armanc û wiha axivî: "Bi hêviya ku li welat êrîş û êşên bi vî awayî çênebin, kirdarên vê êrîşê şermezar dikim."

    Parlamentarê Mersînê yê MHPê Bakî Şîmşek jî êrîş şermezar kir û got, "Em dixwazin hikûmet hemû bergiriyên pêwîst bike û Tirkiyeye ku hemwelatî bikaribin ji nû ve bi rehetî li 81 bajaran bigerin ava bike."

    Li ser navê CHPê jî Wekîlê Serokê Parlamenê Akîf Hamzaçebî li ser navê dîwana seroktiya parlamenê serxweşiya malbatên qurbaniyan kir.

    Herwiha Wekîlê Serokê Koma CHPê Levent Gok û çend parlamentarên din jî mafê axaftinê standin û êrîş şermezar kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Taybet yê NYyê: Em dikarin biryarên Astanayê li Cenevê bikar bînin
    Amerîkayê kurê Ûsame bîn Ladîn xist lîsteya terorîstan
    2 kes bi gumana êrîşa Îzmîrê hatin binçavkirin
    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Di 24 saetên dawî de agirbest 28 caran hat binpêkirin
    Etîketan:
    Şermezar kir, MHP, AKP, hDP, HDP, Îzmîr êrîş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de