22:57 26 Îlon 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    Nûnerê Taybet yê NYyê: Em dikarin biryarên Astanayê li Cenevê bikar bînin

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 45 0 0

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura daxuyakirin, em hêvî dikin Rûsya û Tirkiye di encama civînên paytexta Kirgizîstanê Astanayê de li ser hêzên şer dikin giraniya xwe deynin. De Mistura got, 'Em dikarin biryarên ku Astanayê werin standin li Cenevê jî bikar bînin.'

    De Mistura li kombûneke Cenevê ragihand ku her çiqas ti şertek nehatiye danîn jî serkeftina hevdîtinên Astanayê girêdayî yekgirtina hewlên agirbestê ye û got, ‘Vê carê agirbest ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hat ragihandin ku giraniya wan li erdê heye. Ji ber vê jî hêvî û bendewariya me ew e ku Rûsya li ser hikûmeta Sûriyê Tirkiye li ser komên çekdar ên muxalîf wekî Helebê giraniya xwe deynin.'De Mistura da zanîn ku NY vê carê hêvî dike agirbest bigihîje armanca xwe û mayînde bibe.

    De MISTURA: EM PLAN DIKIN BEŞDARÎ ASTANAYÊ BIBIN

    De Mistura herwiha eşkere kir ku dê NY li civînên 23yê Rêbendanê yên Astanayê cî bistîne.

    Nûnerê NYyê li ser amadekariyan wiha axivî: "Ji bo civîna Sibatê ya Cenevê em bendewarê civînên 23yê Rêbendanê yên Astanayê ne. Em plan dikin beşdarî civînan bibin û ji bo serkeftinê alîkariyê bikin. Biryarên ku li Astanayê werin standin em dikarin di muzakereyên Cenevê de jî bikar bînin."

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    2 kes bi gumana êrîşa Îzmîrê hatin binçavkirin
    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Di 24 saetên dawî de agirbest 28 caran hat binpêkirin
    HDPê êrîşa li Îzmîrê şermezar kir
    Generalê îstixbarata Rûsî yê berê: Dixwazin di ser DAIŞê re Tirkiyeyê bitirsînin
    Etîketan:
    Astana, Cenev, Rûsya, Tirkiye, Sûriye, Nûnerê Taybet ê NY, De Mistura, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de