22:28 24 Îlon 2017
Zindî
    êrîşa Îzmîrê

    HDPê êrîşa li Îzmîrê şermezar kir

    © REUTERS/ Hakan Akgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    HDPê di derbarê teqîna li Îzmîrê ya li ber Dadgeha Bayrakliyê daxuyaniyeke niviskî weşand û di daxuyaniyê de ev teqîn şermezar kir.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî teqîna li Îzmîrê, ku di encamê de polîsek û xebatkarekî dadgehê jiyana xwe ji dest dabû, daxxuyaniyeke niviskî weşand û di daxuyaniyê ew teqîn şermezar kir û ji bo kesên jiyana xwe wendakirin, sersaxî û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

    HDPê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

    "Em tiştên ku me berê gelek caran got, dîsa derdibirin: Pirsgirêkên Tirkiyeyê ne bi riya tundî, pevçûn û şer, bi diyalog, hevdîtin û demokratîkbûnê dikare were çareserkirin. Riya çareseriya pirsgirêkan siyaseta demokratîk e, helwestên biaqilane ye. Em bangewaziya hemû partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên demokratîk û civakê dikin ku li dijî tundiyê; li dora aşitî, biratî û demokrasiye kom bibin. Em dibînin ku êdî şermezarkirin û lanetkirin bi kêrî tiştekî nayê. Nabe ku mirovên vî welatî hîn zêde canê xwe bidin."

    Bi heman mijarî:

    Li Îzmîrê êrîşa bombeyî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
    Amerîkayê piştî êrîşa li Îzmîrê hişyarî da welatiyên xwe
    Etîketan:
    şermezarkirin, daxuyanî, teqîn, HDP, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de