04:20 21 Îlon 2017
Zindî
    İzmir'de patlama

    'Êrîşa li ser Izmîrê wê nekaribe li pêşiya hebûna me ya li Iraq û Sûriyê bibe asteng'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Veysi Kaynak alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Veysi Kaynak piştî êrîşa bombeyî ya li Izmirê axivî û diyar kir ku êrîş wê li ber hebûna wan a li Iraq û Sûriyê nebe asteng.

    Veysi Kaynak piştî teqîna Izmîrî wiha axivî:

    'TÊ FAMKIRIN KU DIXWESTIN QIRKIRINEKE GELEK MEZIN PÊK BÎNIN'

    Bi wesayitên bombebarkirî, bi xwekujan dikin, di kirinê de berdewam dikin. Vê bûyerê jî nîşan da ku bi rastî gî bi tedbîr, bi rastî jî ev perwerde standiye û wesayita ku dixwest bi darê zorê bikeve edliyeyê, hat astengkirin. Polîsê me yê ku di astengkirinê xwedî par e mixabin şehîd ket. Dema ku em li cebilxaneyê dinêrin tê famkirin ku dixwestin qirkirineke gelek mezin pêk bînin. Hemd ji Xwedê re, bi ser neketin. Hefteya borî dema ku me dixwest bi hêviyeke mezin bikevin sala nû, êrîşa Ortakoyê hat serê me. Li Izmîrê jî, li bajarê me yê herî aram, êrîşeke li ser aramiya Tirkiyê hat kirin. Em ê bibînin ku yek bi yek dawiya hemûyan wê werin. Ez pêşî ji bo Izmîrê pişt ra jî ji bo hemû welatê me sersaxiyên xwe radigihînim û ez sebrê ji xwedê ji bo malbatên wan dixwazim. Karekî gelekî mezin kirin. Tirkiyê wê li herêma kul ê ye bi bandor be. Ev wê nikaribin bibin asteng ku em li Sûriyê û Iraqê bin, ku weke malika mîkrobê terorê çêdikin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê piştî êrîşa li Îzmîrê hişyarî da welatiyên xwe
    'Di êrişa Izmirê de rêbaza êrişa Reinayê hat bikaranîn'
    Etîketan:
    teqîn, Reina, Serokwezareta Tirkiyê, Veysi Kaynak, Ortakoy, Iraq, Sûriye, İzmir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de