08:23 26 Îlon 2017
Zindî
    Şerveaneke kurd ya YPGê

    YPJ akademiyeke leşkerî ji bo jinên ereb didamezirîne

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7430

    Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullahê ragihand ku di sala 2016an de gelek jin tev li YPJê bûn û diyar kir ku ew niha amadekariyan dikin ta ku akademiyekê ji bo jinana damezirînin.

    Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullahê got, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li Sûriyeyê bi tevlêkirina jinên ereb di şerê li dijî DAIŞê de him operasyona xwe berfireh dike û him jî êrîşên xwe li dijî tundrewên li bajarê Reqqayê xurttir dike.

    Ebdullahê wiha got: "Wek jinên YPJê, armanca me ne tenê rizgarkirina ji DAIŞê ye lê belê amranca me, rizgarkirin mejî û fikiran e jî".

    Li gorî nûçeya ANFê, fermandara YPJê Nesrîn Ebdullah wiha gotiye: "Şer tenê ne yê rizgarkirina axê ye. Herwiha em ji bo rizgarkirina jin û mêran jî şer dikin. Eger ne wisa be, pergala pederşahî dê careke din belav bibe."

    HSDya ku piraniya şervanên wê kurd in, meha Mijdarê bi piştgiriya Amerîkayê operasyona vegirtina Reqqayê da destpêkirin.

    "GELEK JINÊN MINBICÎ TEV LI YPJÊ BÛN"

    Ebdullah diyar dike ku hejmara jinên ku di sala 2016an de tev li şerê DAIŞê bûne, gelekî zêde bûbû lewra wan encûmenên leşkerî damezirandin ta ku jinên ereb û êzidî yên li Sûriye û Iraqê hatine rizgarkirin tev li wan bibin û axiftina xwe wiha dewam dike: Bi taybetî jinên li Minbicê yên ku ilham ji şervanên YPJê yên ew rizgar kiribûn girtin, tabûreke jinan damezirand."

    Herwiha fermandara YPJê wiha dibêje:  Ji bo tevlîbûnên jinan ên di bin sîwanê HSDê de me perwerdeya 2 dewreyan temam kir. Niha jî amadekariyên ragihandina him akademiyeke jinan ya ereban hem jî tabûreke xweser a jinan a ereban tê kirin".

    Bi heman mijarî:

    YPJ: Şervanên me ji aliyê artêşa Tirk ve dîl nehatin girtin
    Ji bo kurdan nûçeya bi mizgînî - YPJ, 19 welatiyên Êzidî rizgar kirin
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Fermandara YPJ Şengalê jiyana xwe ji dest da
    YPG û YPJ: 15 El Nusra li Helebê hatin kuştin
    YPJ “Asayişa Jinan” li Şingalê dadimezrîne
    Etîketan:
    YPJ, DAIŞ, Nesrîn Ebdullah, Minbic, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de