08:30 26 Îlon 2017
Zindî
    Cars burn in the street at the site of an explosion in front of the courthouse in Izmir on January 5, 2017

    Li Îzmîrê êrîşa bombeyî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2017/ DHA / DOGAN NEWS AGENCY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 162 0 0

    Li ber Deriyê C yê Dadgeha Îzmîrê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Piştî teqînê pevçûn derket, polîsan û gelek ambulans hatin sewqkirin. Polîsek û xebatkarekî dadgehê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat hîn bûn ku li nêzîkî cihê teqînê pakêteke din a bi guman hat dîtin.

    Li navçeya Bayrakliyê nêzîkî deriyê Cyê yê edliyeyê ku dozger û dadwer ji vir dikevin hundir, di wesayitekê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek îtfaiye, ambulans û ekîbên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

    Piştî teqînê gelek tîmên agirkujî, polîs û tenduristiyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin.

    ​Ajansa Anadoluyê daxuyand ku di êrîşê de polîsek û xebatkarekî dadgehê jiyana xwe ji dest da. Tê diyarkirin ku nêzîkî 10 kesan jî birîndar bûn.

    Hêzên ewlehiyê jî li wê herêmê çembera ewlehiyê girt. Ji ber dibetiya êrîşeke bombeyî bergirî hatin girtin.

    PARÊZGARÊ ÎZMÎRÊ AYYILDIZ: EM DIFIKIRIN KU PKKê EV ÊRÎŞ KIRIBE

    Parêzgarê Îzmîrê Erol Ayyildiz di derbarê teqîna Îzmîrê de daxuyanî da çapemeniyê û got polîsan xwest wesayita bombebarkirî ya ku nêzîkî avahiya dadgehê ya navçeya Bayrakliyê bidin sekinandin û li ser vê yekê êrîşkarên ku ji wesayitê daketin reviyan.

    Parêzgar Ayyildiz diyar kir di dema bûyerê de pevçûn rûda û di wê pevçûnê de 2 êrîşkar hatin kuştin û li ba wan 2 keleş û RPG-7 û 7 fîşek û 8 bombeyên destan hatin bidestxistin. Parêzgarê Îzmîrê derbirî ku bîstek berê wesayiteke din hat tespîtkirin û bi awayekî kontrolkirî hat teqandin.

    ​Ayyildiz got, "Di teqînê de yek jê polîs, yek jî jê xebatkarekî dadgehê, bi tevahî 2 kes şehîd bûn." Erol Ayyildiz got di teqînê de 3 jê polîs, 4 jî sivîl bi tevahî 7 birîndar bûne, di derbarê berpirsên êrîşê de jî anî ziman ku ew dinirxînin ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatibe kirin.

    ​Tê diyarkirin ku li cihê bûyerê pevçûn jî qewimiye. Şaredarê Bayrakliyê Hasan Karabag got yek jê giran bi tevahî 10 birîndar hene.

    • Li pêş Deriyê C yê Dadgeha Îzmîrê di wesayitekê de teqîn pêk hat.
      Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê
      Twitter
    • Li pêş Deriyê C yê Dadgeha Îzmîrê di wesayitekê de teqîn pêk hat.
      Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê
      Twitter
    • Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê
      Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê
      Twitter
    1 / 3
    Twitter
    Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê

    Serokê Baroya Îzmîrê Aydin Ozcan got, "Deriyê ku teqîn li ber pêk hatiye, tenê ne ji bo dadger û dozgeran e, welatî jî wî deriyê bikar tînin."

    HIKUMETA TIRKIYEYÊ: HÊVÎ DIKIM KU HEWLDANEKE TERORÊ YA TÊKÇÛYÎ YE

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyey3e Mehmet Şimşek di derbarê teqîna li Îzmîrê de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û got, "Wezîrê me wê daxuyaniyê bide, ne rast e ku ez daxuyaniyeke din bidim. Hêvî dikim ku hewldaneke terorê ya têkçûyî be."

    AA: 2 ÊRÎŞKAR HATIN KUŞTIN

    Li Îzmîrê piştî teqîna bombeyî pevçûn derket. Ajansa Anadoluyê diyar kir ku 2 êrîşkar hatin kuştin û polîs li êrîşkarekî jî diğere.

    ​Tîmên polîsan li Çargoşeya Manasê li kêleka çemê Salhaneyê lêkolîn kirin û çûn û hatina trafîkê dan sekinandin. Polîs li gumanbarekkî digerin.

    Li gorî daxuyaniyên DHAyê şahiekî bûyerê got, "Êrîşkar bi wesayiteke LPGyî ya bombebarkirî li polîsekî qelibî. Gava ku hat nuqteya kontrol a polîsan a li pêş dadgehê, ji wesayitê daket û bi pergala di destê xwe de wesayita bombebarkirî teqand."

    WEŞAN BI DEMKÎ HAT SÎNORKIRIN

    ​Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) diyar kir ku ji aliyê Serokwezîriyê ve di derbarê teqîna li Îzmîrê de bi demkî sînorkirina weşanê hat.

    Bi heman mijarî:

    Li Kayseriyê li dijî otobusa leşkeran teqîn: 13 kuştî
    Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî: 35 kes mirin
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, teqîn, Parêzgarê Îzmîrê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Erol Ayyildiz, Mehmet Şimşek, Bayrakli, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de