23:09 20 Îlon 2017
Zindî
    Penaber

    'Serlêdanên penaberan ji saziyên îstixbaratê re tên şandin'

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 8740

    Li Tirkiyeyê nêzîkî 3 milyon penaberên Sûriyeyî hene. Beşek ji wan penaberan ji ber tunebûna nasnameyê an jî nebûna belgeyeke fermî bi taybetî di warê tenduristî û perwerdehiyê de rastî gelek pirsgirêkan tên. Piraniya wan li nexweşxaneyan nayên dermankirin û zarokên wan ji mafê perwerdehiyê bêpar dimînin. Yek ji van bûyeran jî li Antalyayê qewimî.

    Li gorî îdiayan li Antalyayê penaberekî Sûriyeyî yê bi navê Izeddîn Ahmed kurê xwe yê 7 salî yê bi navê Alî Izeddîn Ahmed ji ber tayê dibe nexweşxaneyê û ji ber tunebûna nasnameyê zarokê nexweş Ali Izeddîn Ahmed ji aliyê 4 nexweşxaneyan ve nayê dermankirin. Di encamê de zarokê nexweş ê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da.

    Lê belê, ji ber tunebûna nasnameyê an jî nebûna belgeyeke fermî mafê nexweşxaneyan heye ku nexweşan derman nekin? Hejmara bûyerên bi vî rengî çi qas e? Penaberên Sûriyeyî ji bo çi nikarin nasnameyê an jî belgeyeke fermiya penaberiyê bigirin? Tunebûna nasnameyê dibe sedema çi? Hiqûq ji bo vê yekê çi dibêje? Ev li dijî mafê mirovan e an na? Endamê Desteya Rêveberî ya Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî Parêzêr Ibrahîm Ergin ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û bersiva van pirsan da.

    Ibrahim Ergin diyar kir ku bûyerên wisa berê jî qewimîn û da zanîn ku sedema vê jî derenxistina dayîna nasnameyan e. Ergin wisa behsa girtina pêvajoya nasnameyan kir:

    'PIŞTÎ TEQÎNA SULTANAHMETÊ, PENABER ZEHMETIR DIKARIN NASNAMEYAN BISTÎNİN'

    "Bûyerên wisa berê jî di çapemeniyê de derketibû, pitikeke din jî ji ber ku derfetên tenduristiyê jê re nehatibû peydakirin, jiyana xwe ji dest dabû. Berê belgeyên rûniştinê bi awayekî rihet û zû dihat dayîn lê bi taybetî piştî çalakiya li Sultanahmetê, ku kesê ew çalakî lidarxistibû, xwediyê belgeya rûniştinê bû, rayedaran gotin em dest bi lêpirsîneke îstixbarî ya vê yekê bikin. Ji bo vê yekê jî li gorî sepana nû penaber pêşiyê serî lê didin, serî jî li emniyetê didin, ku bi taybetî li bajarên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê carinan girtina randewûyê 4-5 mehan diajo. Piştî ku ji emniyetê randewûyê digirin, serî li buroya pêştomarê dikin. Ev buro jî van serîlêdanên wan dişîne Enqereyê. Li Enqereyê jî Daîreya Rêveberî ya Koçberiyê van dişîne saziyên îstixbaratê. Saziyên îstixbaratê jî bi taybetî piştî 15ê Tîrmehê, ji ber ku bi karûbarên din re elqeder dibin, bersivê nade wan. Daîreya Rêveberî ya Koçberiyê jî heta ku ji wan bersiv neyê nasnameyên penaberan napejirîne."

    ‘BI HEZARAN MEXDÛR HENE'

    Parêzer Ergin derbirî ku niha bi hezaran mexdûrê vê yekê hene û got, "Ji ber vê yekê xwendekar nikarin biçin dibistanê, li nexweşxaneyan rastî pirsgirêkan tên, gava ku zarokên wan ji dayik dibin nikarin navê wan tomar bikin, yanê ji aliyê hiqûqê ve tune tên hesibandin. Yanê ligel vê bûyera Antalyayê, li gelek cihên din, wek Dîlokê û bi taybetî li Stenbolê gelek mexdûrên bî awayî hene. Mixabin rastiyeke wisa heye."

    ‘JI ALIYÊ HIQÛQÎ VE NEXWEŞXANE NEÇAR IN XIZMETA TENDURISTIYÊ BIDIN'

    Ergin di derbarê aliyê vê bûyerê yê hiqûqî de jî got, "Di bûyerên wisa de, di rewşên wisa lezgîn de, dixwaze bila nasname hebe an tune be, biyanî an ne biyanî de, di bûyerên lezgîn de gava ku yek were nexweşxaneyê dewlet neçar e xizmeta tenduristiyê bide. Lê mixabin gava ku mijar dibe Sûriyeyî, di van demên dawîn de reflekseke neyênî ya karmendan jî heye. Li gorî hebûna nasnameyê tevdigerin û wek ku bibêjin ‘ger nasnameya te tune be, tu jî li vir tune ye, em te nagirin vê dere.' Ev gelekî şaş e. jixwe Serokomar jî gotibû êdî kes wê mexdûr nebe, kes wê li ber deriyê nexweşxaneyan nesikene û wê di rewşên lezgîn de bê pere xizmetê bigire. Lê niha di warê Sûriyeyiyan de ev nayê kirin û gelekî bi hêsanî dikarin ji nexweşxaneyê şûnde werin vegerandin, rewşa wan çi qas lezgîn dibe bila be. Ev pirsgirêk heye û ji aliyê hiqûqê de jî ev nayê qebûlkirin."

    ‘BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN LI SER MILÊ DAÎREYA RÊVEBERÎ YA KOÇBERIYÊ YE'

    Ibrahim Ergin di axaftina xwe de anî ziman ku di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin li ser milê Daîreya Reveberî ya Koçberiyê ye û got, "Ya rast nasname berê di nava 3-4 rojan de dihatin girtin. Lê Daîreya Reveber a Koçberiyê vê pêvajoyê baş koordine nake. Bi perspektîveke mafên mirovan li mijarê nanêrin, bi çavekî ewlehiyê lê dinêrin lê nikarin bifikirin ku zarokekî 3 salî ji bo ewlehiyê nabe metirsî. Temam, bila rêveberiya koçberiyê ji bo kesên ji 15 salî mezintir vê nirxandinê bike, bila bergiriyên ewlehiyê bigire lê ger ku di nava 8-10 mehan ji bo zarokên 3 salî an jî yên 8 salî, pêdiviyên nexweşbûnê an jî yên perwrerdehiyê bicih neyine, bêguman bûyerên wisa wê rû bidin. Mixabin ev jî ji ber ku Miduriyeta Giştî pergaleke baş pêk nayine pêk tên. Yanê divê bifikire ku zarokekî 3 salî nikare bibe terorîst û hewce nake ku van zarokan tevlî pêvajoya ewlehiyê bike û ji bo nasnameyên wan ji Enqereyê bipirse. Berê çawa ku di 3 rojan de nasname ji bo wan dihatin dayîn, bila dîsa wisa were dayîn."

    Ergin di derbarê hejmara bûyerên bi vî rengî de wisa axivî, "Di derbarê bûyerên wisa de li ber destê me îstatîstîk tune ne lê di vî warî de niha bi sedan kesan serî li me dane û piraniyên wan jî nexweşên lezgîn in, wek nexweşiyên gurçikê an jî nexweşiyên kronîk in."

    ‘PIRSGIRÊKA PERWERDEHIYÊ JÎ PIRSGIRÊKEKE MEZIN E'

    Ibrahîm Ergin balkişand ser ku pirsgirêkên penaberên Sûriyeyî yên di warê nasnameyê de tenê ne tenduristî ye û diyar kir ku pirsgirêka perwerdehiyê jî di vî warî de pirsgirêkeke mezin e û ev tişt gotin, "Zarok her çi qas bi awayekî demkî navên xwe li dibistanan tomar bikin jî karneyên wan nayên dayîn û nikarin encamên azmûnên xwe hîn bibin. Ev jî dibe sedem ku dibistanê salekê dirêj bikin û neçar dimînin ku wê salê dubare bixwînin. Jixwe entegrekirina zarokên Sûriyeyî ji bo perwerdehiyê gelekî dijwar e, bi vî awayî hîn jî wan bê motîve dikin, Xwezî Daîreya Koçberiyê karibûya ev koordine bikira û zarok û kesên xwedî pêdiviyên lezgîn tevlî vê pêvajoya îstixbaratê nekira û nasnameyên bigirtana."

    ‘ENQERE QEBÛL DIKE KU EM MAFDAR IN'

    Parêzer Ergin ji bo bergiriyên di derbarê vê mijarê de jî da zanîn ku wan nêzîkî 2 mehan berê raporên xwe yên ji bo vê mijarê dane Enqereyê û got, "Enqere jî qebûl dike ku di vê mijarê de em mafdar in û ji bo 3 mehan sînorek danî. Yanê gotin ‘ger ku îstixbarat di nava 3 mehan de bersiveke neyênî nede, em ê dest bi karûbarên pejirandinê bikin.' Lê niha di sepanê de dijwariyeke mezin heye."

    ‘ENQEREYÊ PÊVAJO DIJWAR KIR'

    Ergîn dest nîşan kir ku dewlet, nasname tune be jî divê mirovan tedawî bike û wisa dawî li xafatina xwe anî: "Li gorî prensîpa dewleta civakî divê nexweşên kronîk werin tedawîkirin, yanê nabe ku ji aliyê nexweşxaneyan ve neyên qebûlkirin. Divê bergiriyên ji bo vê yekê werin girtin. Li gorî hiqûqa tibê bijîşk û nexweşxaneyên ku wan nagirin, berpirsariya wan a cezayê jî heye, pereyên xwe hebin an tune bin, ger rewşeke lezgîn hebe divê were kirin, ku ji bo vê yekê sînorên hiqûqî yên teqez hene û ew divê rastî mueyîdeyên hiqûqî werin."

    Bi heman mijarî:

    "Penaberên sûrî ji ber şîrê ji Tirkiyeyê çûbû, jehrî bûn"
    Yunanîstan 26 penaberên din li Tirkiyeyê vegerand
    Yûnanîstanê penaberên Sûriyeyê şûnde şandin Tirkiyeyê
    Etîketan:
    îstixbarat, nasname, serlêdan, Daîreya Rêveberî ya Koçberan, Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî, Ibrahîm Ergîn, Enqere, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de