19:52 22 Îlon 2017
Zindî
    Minbic - rizgarkirin - YPG

    YPG: Di 2016an de nêzîkî 10 hezar km kare erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Fermandariya Yenîkeyên Parastina Gel (YPG) derbarê şer û pevçûnên di sala 2016an de qewimîne daxuyaniyek belav kir. Li gorî vê daxuyaniyê di sala 2016an de li Rojava û Bakurê Sûriyê 9 hezar û 425 km kare erd ji deste DAIŞê hatiye derxistin.

    YPG di daxuyaniya xwe de sala 2016an 'Ji bo Şoreşa Rojava û Sûriyê saleke gelekî girîng' dinirxîne û wiha berdewam dike: "Çeteyên hov ên DAIŞê îsal jî bê navber êrişên xwe domandin. Li hember van êrişan hêzên me di hemû xetên sînor de, erkê xwe ya parastinê bi cih anîn û ji bo erdnigariya di bin desthilatiya çeteyan de were rizgarkirin, di bin sîwana HSD de tevlî hemleyên stratejîk ên wekî Xezeba Xabûr, Şehîd Elîn û Cûdî, Fermandar Şehîd Ebû Leyla û Xezeba Firatê bûn."

    YPG behsa şerê di navbera wan û artêşa Sûriyê de derketiye tîne bibîrxistin û artêşê bi êrîşan tawanbar dike. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku yek ji van pevçûnan 3 rojan berdewam kiriye û wiha berdewam dike: "Derveyî van êrişên mezin 17 cara din êrîş lidarxistin. Her wiha balafirên şer jî di nav de bi gelek top û hawanan, bi çekên giran bajarên me û cih û warên sivîlan topbaran kirin."

    YPG dibêje di encama van êrîşan de 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 12 sivîl jî birîndar bûne.

    Daxuyaniya YPGê ya derbarê bilançoya sala 2016an de van agahiyan dide:

    'ARTÊŞA TIRK 191 CARAN SÎNORÊN ROJAVA BINPÊKIRIYE'

    "Ji destpêka sala 2016an ve Artêşa tirk 191 caran sînorên Rojava binpêkiriye, tacîz û êrîş pêkaniye. 169 caran bi çekên giran mal û mûlkên sivîlan û çeperên hêzên me gulebaran kiriye. Dîsa 2 caran bi helîkopteran, 7 caran bi balafirên bê mirov û 13 caran jî bi maşîneyên zirxî sînor derbas kirin û ketin xaka Rojava.

    Di encama van êrîşan de qasî hat zelal kirin 31 welatiyên sivîl şehîd ketin û 138 hemwelatiyên sivîl jî hatin birîndar kirin. Dîsa di van êrîşan de şervanek YPG, du endamên Asayîş, sê şervanên Erka Xwe Parastinê şehîd bûn û 8 endamên din jî hatin birîndar kirin.

    'ARTÊŞA AZAD ÊRÎŞÎ EFRÎN Û ŞÊX MEQSÛDÊ KIR'

    Di Sala 2016'an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ku xwe wekî Arteşa Azad bi nav dike tevî El Nusra û Ahrar El-Şamê 284 caran bi topên hawan, topên destsaz û çekên giran êrîş birin li ser gund û navçeyên Efrîn û taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Çeteyan 3 cara bi çekên kimyewî û gazên jehrî welatiyên Şêx Meqsûd û yekîneyên me yên vê herême hedef girtin. Di encama wan êrîşan de 51 welatiyên Şêx Meqsûd şehîd bûn û 104 welatî jî birîndar bûn.

    'DI ENCAMA ÊRÎŞÊN DAIŞÊ DE 15 WELATÎ MIRIN'

    Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Ebu Leyla
    © Sputnik/
    Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Ebu Leyla

    Di Sala 2016'an de çeteyên DAIŞê 493 caran bi topên hawan, fûze, çandina mayînan, bi maşineyên teqemenî û çekên giran yên cûrbecûr êrîşî xatên sînor a Federasyona Bakurê Sûrî kirin. Di encama wan êrîşan de 15 welatiyên me şehîd ketin û 14 welatî jî birîndar bûne.

    Çeteyên DAIŞê herêma dikeve navbera gundê Ebû Fas û Şedadê de çekên qedexekirî wekî gazên jehrî di nav de bû avêtin çeperên hêzên me.

    'HSDÊ MIBNIC Û ŞEDAD RIZGAR KIR'

    Hêzên me di bin banê QSD de tevlî hemleya Xezeba Xabûr, hemleya Şehîd Elîn û Cûdî, hemleya Şehîd Fermandar Ebû Leyla û hemleya Xezeba Firatê bûn.

    Minbic hate rizgarkirin
    © Foto: Twitter
    Minbic hate rizgarkirin

    Di encama van hemleyan de bi giştî 9.425 km2 erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Di nav vê 9.425 km2 de bajarên mezin wekî Minbic û Şedadê bi dehan navçeyên biçûk, 699 gund û hejmarek zedê gundik û mezra jî hat azad kirin.

    Di van hemleyan de 4.622 çete hatin kuştin, bi hezaran çete hatin birîndar kirin û bi giştî 132 çete jî esîr hatin girtin.

    Di van hemleyan de 45 jê maşîneyên doçka bi giştî 203 maşîneyên leşkerî, 15 tang û panzer, 32 hawan, 5 katuşa hatin ruxandin. Dîsa bi hezaran çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê hêzên HSDê.

    'GELEK ÇEK Û CEBILXANE HATIN BIDESTXISTIN'

    Di encama hemû şerên sala 2016an de gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî yên dijmin ketin destê hêzên me. Di encama tevahî şerên 2016an de ji hemû cûreyan çekan 2.574 çek ketin destê hêzên me. Dîsa bi deh hezaran cebilxaneyên van çekan, alav û amûrên leşkerî, jiyanî û tendûristî; dîsa bi sedan maşîne jî ketin destê hêzên me."

    613 YPGÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

    Di dawiya daxuyaniyê de YPG destnîşan dike ku di sala 2016an de 613 şervanên wan jiyana xwe ji dest daye.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Tirkiye bi çekên giran êrişî Rojava dike
    YPG: Artêşa Tirk çeperên şervanên me gulebaran dike
    YPG serdana navendên partiyên siyasî dike
    YPG: Digel êrîşên wan, me ti carî dewleta tirk nekiriye hedef
    YPG li Helebê bi pêş de diçe: Hindik ma rêya Efrîn û Helebê vebe
    YPG nan bi belaşî li taxeke Helebê belav dike
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    YPG: Artêşa Tirkiyê di mehekê de 15 caran êrîş kir
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    Etîketan:
    Ahrar-u Şam, El Nusra, Artêşa Sûriyê a Azad (ASA), DAIŞ, Artêşa Sûriye, Artêşa tirk, HSD, YPG, Pêngava Xezeba Firatê, Faysal Ebû Leyla, Şedad, Reqqa, Minbic, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de