08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    hsd-şervanên xezeba firatê

    "Kurd li Rojhilata Navîn wek çêkerên aştiyê ne"

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12010

    Navenda Canegiyeyê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn nivîseke bi navê "Kurd wek çêkerên aştiyê li Rojhilata Navîn" weşand û tê de diyar kir, piştgiriya kurdan dikare derfetekê bide wan ku bikarin rolekê di pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn de bilîzin.

    Nivîsa ku ji aliyê Mehmet Gurses û David Ramonî ve hatiye nivîsîn, balê dikişîne ser wê yekê ku di vê dema dawî de, hinek analîstan rexne li polîtîkaya Amerîkayê girtine ku kurdan navenda şerê li dijî DAIŞê û wiha dibêje: "Hejmarek ji analîstan vê dema dawî li zengilên xeterê xist, ji ber stratejiya Washingtonê li dijî DAIŞê ya ku kurd di navenda wê de cih digirin û wan analîstan hişyarî da ku xurtbûna kurdan, hevsengiya wan bi civakên cîran re xera dike. Belam tiştê ku ev argûman wek kêşe destnîşan dike, dibe bibe fersendek ji bo kurdan ta ku bikarin rolekê di pêkanîna aştiyê li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de bilîzin."

    "SERKEFTINÊN KURDAN, EW KIRIN HEVBENDÊ SEREKE YÊN DYAYÊ"

    Herwiha nivîskar balê dikişînin ser zehemtiya serkeftina leşkerî ya aliyekî ji aliyên şerê li Sûriyeyê û teqez dike ku tekane çare, diyalog e û wiha dewam dike: "Di vê demê de ku hemû hêzên mezin ji bo peydakirina çareseriyeke dîplomatîk dixebitin-li gel rewşa wêranker û aloz a şerê navxweyî jî- kurdên Sûriyeyê û yên Iraqê kariye rêkeftinekê ji bo dabeşkirina desthilatê pêk bînin. Serkeftina kurdan di vegirtina destkeftiyên DAIŞê li Iraqê û Sûriyeyê de, ew kirin hevbendê sereke yên DYAyê di şerê li dijî DAIŞê de û herwiha ew kirin lîstikvanekî dîplomatîk wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ya kurd, ereb û xiristiyanan."

    "BEŞDARBÛNA KURDAN DI DESTHILATA SÛRIYEYÊ DE, DÊ BANDORÊ KURDÊN WELATÊN DIN JÎ BIKE"

    Ji aliyê din ve, nivîs balê dikişîne ser hejmara kurdan û bandora wan li ser her çar dewletên lê ne û wiha dibêje: "Pirbûna kurdan û belavbûna wan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de ku dewletên sereke yên Rojhilata Navîn in, tê wateya ku beşdarbûna wan di desthilata Sûriyeyê de, dê bandorê li têkiliya kurdan û welatên lê dijîn bike. Kurd mezintirîn etnîstiya Rojhilata Navîn e ku 20% ji hejmara Tirkiye û Iraqê ne û 10% ji hejmara Sûriye û Îranê ne."

    "HETA DAXWAZÊN KURDAN NÊYÊN CIH, ISTIQRAR NE PÊKAN E"

    Nivîskar teqez dikin ku heta daxwazên kurdan neyên cih, istiqrareke domdar dê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê pêk neyê û wiha dewam dikin: "(Pêkanîna van daxwazan jî) jixwe dê pergaleke wiha ava bike ku ji bo parvekirina desthilatê bi kêmaran vekirî be. Wek çawa rewşa niha li Sûriyeyê hinekî hêviyê dide, ne tenê ji bo çareserkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, lê ji bo guhertinên dîplmatîk ku dê bikarin kêşeyên giranbûyî di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de û di navbera Enqere û PKKê de jî çareser bikin."

    Herwiha nivîs balê dikişîne ser kantonên Rojavayê û wan wek modelekê ji bo birêveberiya nenavendî bi nav dike û wiha dewam dike: "PYD hêvî dike ku Amerîka projeya wan a 'konfederalîzma demokratîk' biparêze… Rast e ku kanton ne bijarteya sereke ya Esad e û ne jî ya şoreşgerên ereb e jî, lê dibe amûrekê peyda bikin ku pê re bikarin ji pevçûna bi navê 'Yan hemû yan jî qet' derkevin. Ev jî dê rê li ber berfirehkirina agirbestan veke û birêveberiyên herêmî jî zêde bike."

    "ARAMIYA ROJAVA, DIBE BÎNE BÎRA TRIKIYEYÊ KU ÇARESRIYEKE JI BILÎ YA LEŞKERÎ HEYE"

    Derbarê bandora serkeftinên kurdan li Sûriyeyê li ser nerîna Tirkiyeyê ji bo çareseriya kêşeya kurd de jî, nivîksar diyar dikin ku aramiya li ser sînorên Tirkiyeyê, anku li Rojavayê dibe ji Tirkiyeyê re îsbat bike ku çaresriyek ji bilî ya leşkerî heye ta ku bikarin kêşeya xwe bi PKKê û " milyonan kurdên ku piştgiriya wê dikin" re heye".

    Nivîskar nivîsa xwe wiha bi dawî dikin: "Di rastiyê de, kurd dikarin bi rola çêkerên aştiyê li Iraq û Sûriyeyê rabin ku wêranî li herdû welatan belav bûye û herwiha dikarin demokrasiyê li Tirkiyeyê qayim bikin eger rê ji wan re bê vekirin."

    Bi heman mijarî:

    Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
    PKK: Piştî hevdîtina bi Herêma Kurdistanê re, em ê ji Şengalê vekişin
    PDK: Divê PKK bi rêya aştîyane ji Şingalê derkeve
    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in
    KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
    Amerîka: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve
    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve
    Etîketan:
    PKK, PYD, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de