16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Dixwazin di ser nasnameyên etnîkî re miletê me bera hev bidin

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got, "hewl didin ku di ser nasnameyên etnîkî re miletê me bera hevdu didin."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li navçeya Keçioren a Enqereyê di rêûresmekê de axivî û ev tişt gotin:

    Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
    Ez dizanim ku li Keçiorenê kes ji kesî re nabêje "Ev Tirk e, an Kurd e?" û nanêre, kes ji kesî nabêje "Ev Elewî ye, an Sunnî ye" û nanêre. Liv ir her kes mirov e, welatê Komara Tirkiyeyê ye, hevalben e, bira ye.

    Gava ku me her tim û li her derê got, "Yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet", me bersiva herî xurt ji Keçiorenê girt. Rihê ku Tirkiyeyê li ser lingan dide sekinandin, ha ev riha ye. Ji bo vê yekê jî her tim carinan di ser cudahiya etnîkî re, carinan jî di ser nasnameya mezhebî re xwestin miletê me bera hev bidin. Lê bi serneketin.

    Binêrin bi salan e dibêjin Kurd û welatiyên me yên Kurd bi hendekan… (dirûşmeyên ‘em Îdamê dixwazin') Di vê mijarê de hûn qinaeta min dizanin. Gava ku ev mijar were parlamentoyê wê li ser wê biaxivin. Ger ku were ber destê min jî, ez ê bipejirînim. Ji ber ku di vê mijarê de baweriya min ev e: Dewlet nikare kujer efû bike.

    Di ser cudahiyan re dixwazin miletê me bera hev bidin. Heta îro riyên ku neceribandin nema lê biserneketin. Nikarîbûn biratiya me xera bikin û zirarê bidin yekîtî û bihevrebûna me. Me her tim bi baldarî cudahiya di navbera rêxistinê, piştgirên wê û welatiyên me de kir. Gelê me kesên ku jiyan li welatiyên me yên Kurd herimandin, pir baş dît û dibîne.

    Bi heman mijarî:

    'Leşkerên li Yûnanîstanê bi sûîqesda li dijî Erdogan re têkildar in'
    Pûtîn ji bo êrîşa li Stnebolê sersaxî ji Erdogan re xwest
    Erdogan û Ebadî bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan: Rêxistinên ku NY wan terorîst dibîne li derveyî agirbesta Sûriyê ne
    Kremlin: Putin û Erdogan, ji peymana li Sûriyê kêfxweş in
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Erdogan: "Amerîka piştgiriya rêxistinên terorî dike"
    Etîketan:
    bera hevdu dayîn, milet, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Keçioren, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de