10:21 20 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Li Mûsilê 80 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Hêzên Artêşa Iraqê di operasyona li dijî DAIŞê de li taxa Pîşesazî ya Mûsilê zêdetirî 80 milîtanên DAIŞê kuştin.

    Li çend taxên Mûsilê di çarçoveya operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê de şer û pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê de berdewam dikin. Balafirên hevpeymana navdewletî jî bi bombebarandina terorîstên DAIŞê piştgiriyê didin Artêşa Iraqê.

    Li gorî agahiyên Rûdawê li taxa Pîşesazî ya Mûsilê di şer û pevçûnên navbera Hêzên Artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê de 80 terorîst hatin kuştin. Her wiha hat diyar kirin ku Artêşa Iraqê nêzîkî Çemê Dîcleyê bûye û tenê çend tax mane bigihêje Dîcleyê.

    Ligel vê yekê hat ragihandin ku Artêşa Iraqê taxên Tilkîf û Hedba yên di destê DAIŞê de jî topbaran dike.

    Operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê di 17'ê Cotmeha 2016'an de bi beşdariya Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeymana Navdewletî hatibû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Koalîsyonê hejmara leşkerên operasyona Mûsilê qasî 2 qatan zêde kir
    Di 5 rojên dawî de, 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne
    Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
    Fermandarê Iraqî: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin
    'Rojhilatê Mûsilê li nêzîk azad dibe'
    Etîketan:
    hatin kuştin, terorîst, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Çemê Dicleyê, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de