17:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê ji bo herêmê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxînin operasyoneke berfirek dane destpêkirin.

    Fermandarê Operasyonên El Cezîre yê Artêşa Iraqê General Qasim El Muhammedî di daxuyaniya xwe de ragihand ku li rojavayê Mûsilê ji bo herêma Anna, Rava û El Qaîm ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de were kontrolkirin operasyonek berfireh hat destpêkirin.

    General Qasim El Muhammedî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Operasyon bi tevlîbûna eşîretên herêmî, Ceşa 7emîn û polêsên Iraqê ve dimeşe û hedefa yekemîn kontrolkirina Anna û paşî Rava û herî dawî jî herêma El Qaîmê ye. Di operasyonê de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî hedefên rêxistina terorîst ên DAIŞê bombebarab dikin."

    Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina bajarê Mûsilê ku rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de bi dest xistibû di 17ê Cotmehê de operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonê de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî piştgiriyê didin artêşa Iraqê û heta niha artêş zêdetir li herêma rojhilatê bajar çend tax bidest xistine.

    Bi heman mijarî:

    Helîkoptera leşkerî ya artêşa Iraqê ket
    Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
    Balyozê Tirk Kaymakçi: Dema derketina Artêşa Tirkiyê ji Iraqê nêzîk bûye
    Artêşa Iraqê derewand: Amerîkayê bi şaşî êrîş nekiriye
    Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandarê Operasyonên El Cezîre yê Artêşa Iraqê, Qasim El Muhammedî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de