03:11 23 Îlon 2017
Zindî
    Turîst

    TUROB: "Di turîzmê de ji bo sala 2017an tu hêvî tuneye"

    © AP Photo/ MOHAMED EL-SHAHED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Serokê Yekîtiya Otelvanên Tirkiyeyê (TUROB) Timur Bayindir di axaftina xwe ya ji bo rewşa turîzmê de ragihand ku di turîzmê de ji bo sala 2017an tu hêvî tunene.

    Serokê Yekîtiya Otelvanên Tirkiyeyê (TUROB) Timur Bayindir di axaftina xwe ya ji bo rewşa turîzmê de ragihand ku êrişa terorî ya li dijî Reînayê pêvajoya rastbûna turîzmê dirêjtir kir. Ji bo sala 2017an em nikarin çi pêşbîniyan bikin. Em hetanî 10 mehan pêşiya xwe girtî dibînin.

    Turîzma Tirkiyeyê krîza herî mezin a salên dawî dijî. Di hejmara turîstan de ji sedî 30 kêmbûn heye û maweyê dagirtîbûna otelan dakete binê ji sedî 30î. Herwiha buhayê odeyan jî dakete binê 40 euroyî.

    OTEL VALABÛN Û DANASÎN ŞERT E

    Serokê TUROBê Timur Bayindir di axaftina xwe de got: "Ji bo başbûna turîzmê pêkanîna danasîna qada navneteweyî, pêşxistina îmaj û têkiliyên gelemperî pir girîng in, lê beriya her tiştî îro pêwistiya Tirkiyeyê bi rêvebiriya krîzê heye. Ji bo Tirkiyeyê tedwîra herî baş sepandina planeke rêvebiriya krîzeke ji bo turîzmê ye. Lewra otel valabûn, bazarkarî û danasîn şert e."

    Bi heman mijarî:

    Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû
    Ji bo sala 2017an pêşbîniya 3 milyon turîstên rûsî tê kirin
    ATOR: "Êrişa Stenbolê bandorê li daxwaza turîstên rûsî nake"
    Hejmara turîstên rûsî ku îsal çûnê Antalyayê ji sala borî bihûrî
    Ji Rosturîzmê bo turîstên rûsî yên li Antalyayê hişyarî
    Etîketan:
    Dahatuyên turîzma Tirkiyeyê, Serokê Yekîtiya Otelvanên Tirkiyeyê (TUROB), Timur Bayindir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de