20:07 22 Îlon 2017
Zindî
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Kurtulmuş: Polîtîkaya me ya Sûriyeyê ji serî de tijî şaşiyên mezin bû

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3101

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, "min ji serî de wiha bawer dikir ku polîtîkaya me ya Sûriyeyê tijî şaşiyên mezin e. Em niha wê tamîr dikin û serrast dikin.

    Kurtulmuş bû mêvanê nivîsgeha rojnameya tirkî ya Hurriyetê û teqez kir ku hewl tê dayîn ji boherêm ji nû ve were dîzaynkirin û bi kurtasî wiha got:

    ÊRÎŞA REINAYÊ

    "Muhtemelen kesekî wiha ye ku di ser Qirgizistanê re hatiye. Divê kesên van êrîşan dikin wek yek rêxistinê bên dîtin. Endamên êrîşan dikin cuda ne lê armancên wan yek in. Ya giring ew e, mirov tevahiya tabloyê bibîne. Rêxistina li himberî me, têra xwe profesyonel bûye. Êrîşa xwekuj tê texmînkirin lê êrîşeke wiha, gelekî balkêş e. Belkî alîkarên wan ji hundir hene. Ev hemû tên nirxandin. Ji ber ku gef tenê ne ji yek rêxistinê tê, bi rastî jî rewş dijwartir dibe."

    "JI BER PARVEKIRINÊN REINAYÊ, 92 KES TÊN DARIZANDIN"

    "Piştî êrîşa Reinayê, 92 kes ji ber parvekirinên xwe li ser medyaya civakî, tên darizandin. Ji bo girtina hinek hesaban jî, têkiliya me bi Facebook û Twitterê re hinekî baştir bû. Em piştgiriyê ji wan jî digirin."

    "ÎDIAYA SÛÎQESTA BAHÇELI Û KILIÇDAROGLU"

    "Tiştekî eşkere ye ku gefeke wiha li ser her kesê siyasetê dike heye. Istixbarateke cidî heye. Bifirikin ku bi van tiştên takekesî, sûîqest li (Devlet) Bahçeli û (Kemal) Kiliçdaroglu çêbibe…Xwedê neke. Heta eger sûîqest bi ser nekeve jî, siyaset li Tirkiyeyê dê biheje. Eger me pêjvaoya başkirina têkiliyan bi Rûsyayê re nedabûya destpêkirin, kuştina balyozê rûs dê dinya xera bikira."

    "Tabloya mezin gelekî zelal e; perdeya duyem a şanoya berî 100 salî careke din tê lîstin. Herêm careke din tê dîzaynkirin û hewlên dabeşbûnê tên dayîn. Ji ber tê dîtin ku Tirkiye takene welat e ku bikare vê lîstikê xera bike, tê xwestin ku destwerdanê neke. Têkiliya vê bi pêkhateya birêveberiya Tirkiyeyê re tine. Ev Sykes-Picota 2em. Ev tişt zelal e. Li gorî 10 salên borî herêm ji aliyê mezhebî ve bêtir dabeşbûyî ye. Vê meseleyê ji sala 1991ê ve, ji destpêka dagirkirina Iraqê ve dest pê kiriye."

    "DIVÊ AŞTIYA SÛRIYEYÊ BÊ QAYIMKIRIN"

    "Gava serokwezîr serdana Iraqê bike, ew ê bi hikûmeta navendî re li ser hebûna leşkerên tirk li Başîqayê jî biaxive. Em pêşniyareke wiha ji wan re dibin ku wan di meseleya Başîqayê de rehet bike. Vekişîn jixwe pêk nayê. Min ji serî de wiha bawer dikir ku polîtîkaya me ya Sûriyeyê tijî şaşiyên mezin e. Helbet em ê nebin alîgirê rejîma (Serokkomarê Sûriyeyê Beşar)Esad a zalim. Em niha vî tiştî tamîr dikin û serrast dikin. Ev hevdîtinên ku bi rûsan re li Sûriyeyê dimeşin, ji bo aştiyeke baş a Helebê ye û divê di rêya wê re, aştiyeke baş ji bo Sûriyeyê bê qayimkirin. Ji bo meseleya Mûsilê, divê bi nêzîkatiyeke nû, hevalbendiyeke nû bi hikûmeta Iraqê re pêk were."

    "DYAYA KU NEDIZANÎ BÊ DÊ ÇI BIKE, ISIYATÎF JI RÛSYAYÊ RE HIŞT"

    "Wiha diyar e, eger gotinên xwe pêk bîne, di şûna Trump bêtir têkeve nav meseleyê, dê hewl bide hebûna xwe ya leşkerî ji Rojhilata Navîn bikişîne. Lê siyaset e û diyar nabe. Hîn gelek ji 20ê Rêbendanê re maye. Rûsya aliyê rejîmê girt û li gorî berê gelekî xurttir bû. Rûs careke din vegeriyan Rojhilata Navîn. DYAyê li qadekê ku nedizanî lê çi bike, îstîyatîf ji rûsan re hişt."

    "Em hêvî dikin ku têkiliyên bi Rûsyayê re rageş bûne, baştir bibin. Du hêman hene. FETO li wê derê bi hinek derfetan hewl dide tora xwe ya xebatê zindî biparêze. Ez wiha bawer dikim ku vegerandina wî ya lezgîn dê encamên baş bên wergirtin, bi kêmasî pêvajoya vegerandinê bê çavdêrkirin. Meseleya duyem jî, PYD ye. Di vê dema ku hinek asayîbûn li Rojhilata Navîn dest pêk dikin de, ew ê li cem rêxistinên terorê cih bigire yan jî li cem Tirkiyeya xwedî kevneşopiyeke dewletê cih bigire? Ez hêvî dikim Amerîka hevkariyê bi Tirkiyeyê re bike û bi awayekî eşkere helwesta xwe biguherîne. Hêvîdar im, di demeke kurt de dest ji piştgiriya PYDê berde."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Ji me nehat xwestin ku em beşdarî agirbestê bibin
    MHPê ji bo belavoka Moskowê daxuyanî da: YPG û PYD ji bo çi tune ne?
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Tirkiye: Yan PYD dê derkeve yan dê bê derxistin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Erdogan: Me bi Amerîkayê re lihev kir, PYD dê ji Minbicê vekişe
    Kurtulmuş: Divê PYD bi temamî vegere rojhilatê Firatê
    Etîketan:
    êrîşa Reinayê, Kemal Kiliçdaroglu, Devlet Bahçeli, Numan kurtulmuş, Qirgizistan, Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de