04:33 21 Îlon 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Hevşaredarê Mahsertê Tekin jî di nav de 4 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hevşaredarê navçeya Mahsertê Suleyman Tekin jî di nav de 4 kes bi sedema êrişa Fermandariya Cendirme ya Navçeyê hatin girtin.

    Hevşaredarê navçeya Mahsertê Suleyman Tekin jî di nav de 4 kes bi sedema êrişa Fermandariya Cendirme ya Navçeyê hatin girtin.

    Serdozgeriya Komarî ya Mahsertê di çarçoveya lêpirsîna êrişa bi wesayîta bombeyî ya li dijî nîzamiyeya Fermandariya Cendirme ya navçeyê de hevşaredar Suleyman Tekin jî di nav de Hakkı E, Sercan G. û Mehmet B. di 27ê Berfenbarê de hatibûn binçavkirin.
    4 kesên ku hevşaredar Tekin jî di nav de sewkî edliyeyê kirin û ji terefê Dadgeha Nobedar ve hatin girtin.

    ​Di 23ê Hezîrana 2016an de li dijî nîzamiyeya Fermandariya Cendirme ya navçeya Mahsertê bi wesayîteke bombebarkirî êriş pêk hatibû û di encamê de ajovanekî tirê jiyana xwe ji dest dabû û 16 leşker jî birîndar bîbûn.

    HEVŞAREDARÊ NAVÇEYA ŞAXÊ JÎ HAT GIRTIN

    Ji aliyê din ve Hevşaredarê navçeya Şaxê ya Wanê Celalettin Bartu ku 2 roj berê bi 5 kesan re hatibû binçavkirin jî hat girtin.

    Hevşaredar û welatî ji terefê Dadgehên Nobedar ve bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên HDPya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin girtin
    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin
    Hevserokê DBPê yê Sêrtê Kaysi jî di nav de 5 kes hatin girtin
    Li Tirkiyê kesek ji 'Heqareta li Serokomar' hat girtin
    Li Bursayê Hevserokên HDPê yên navçeyan jî di nav de 4 kes hatin girtin
    Etîketan:
    ermandariya Cendirme ya Mahsertê, Hevşaredarê navçeya Mahsertê, Suleyman Tekin, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de