04:27 24 Îlon 2017
Zindî
    hsd-şervanên xezeba firatê

    Şervanan du gundên din li Reqqayê ji destê DAIŞê rizgar kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Di çarçoveya pêngava duyemîn a operasyona Reqqayê de li başûr rojavayê Eyn Îsayê 2 gund û 2 gundik ji deste DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Şervanên Xezeba Firatê di her du baskên bajarokê Til Semen ku 12 km dikeve başûrê Eyn Îsayê 17 km pêşketine û derdoreke fireh ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirine.

    Di çarçoveya operasyona Reqqayê de şervanan duh bi şev li baskê Til semen 2 gund û 2 gundik rizgar kirin. Di encama şer ê di navbera her du aliyan de 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Di vê navberê de êrîşên DAIŞê yên li ser gundên Cabera rojhilat û Cabera rojava ji hêla şervanên Xezeba Firatê ve hatin şikandin. Di encama şerê li van gundan de 49 DAIŞî hatin kuşitn.

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Reqqayê de 2 gundên din hatin bidestxistin
    Li Reqqayê şer berdewam dike
    Yek ji serokê DAIŞê Ebû Candal li Reqqayê hat kuştin
    "Piştî operasyona Reqqayê hat bipaşxistin, DAIŞê 700 xwekuj şandin El-Babê"
    DAIŞê êriş bir ser gundekî Reqqayê, pevçûn didomin
    Etîketan:
    Operasyon, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, DAIŞ, Til Semen, Gundê Cabera rojhilat, Gundê Cabera rojava, Eyn Îsa, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de