08:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Teqînek li Bexdayê

    Li Bexdayê teqîn: 2 jê polîs, 8 kuştî

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li nêzîkî mizgefteke li rojhilatê Bexdayê li taxeke şîiyan, navgîneke bombebarkirî teqiyaye û di encamê de 2 jê polîs, 8 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

    Peyamnêra Spûtnîkê li Bexdayê ragihand ku çavkaniyeke ewlekariyê ya Iraqê diyar kiriye ku teqîn li herêma Mehmûdiyeyê ya Bexdayê pêk hatiye û di encamê de hejmarek sivîlan hatine kuştin û birîndar bûne.

    Reutersê ragihand ku li nêzîkî mizgefteke li rojhilatê Bexdayê li taxeke şîiyan, navgîneke bombebarkirî teqiyaye û di encamê de 2 jê polîs, 8 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

    Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê li ser zimanê çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku 6 kes hatine kuştin û 17 birîndar bûne.

    Hîn ti kesî berpisyariya xwe li ser teqînê ranegihandiye lê DAIŞ gelek caran êrîşên wiha li Bexdayê pêk anîne ku roja duşema borî li taxa Sadr City ya li rojhilatê Bexdayê êrîşek bi navgîneke bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de herî kêm 30 kes hatibûn kuştin û 61 kesên din birîndar bûbûn. DAIŞê berpirsyariya xwe li ser wê êrîşê ragihandibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Bexdayê ragihand
    Li dijî du nexweşxaneyên li rojhilatê Bexdayê êrîş
    Li Bexdayê teqîn: Gelek kesan jiyana xwe ji dest da
    Teqîn li Bexdayê: 2 mirî û 7 birîndar
    Li Bexdayê teqîn: Herî kêm 28 mirî 54 jî birîndar
    NATO li Bexdayê baregeheke leşkerî ava dike
    Etîketan:
    êrîş, teqîn, DAIŞ, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de