12:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Amnesty: Heşdî Şeibî tawanên şerî kirine

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Rêxistina Efûya Navdewletî(Amnesty) di raporta xwe ya roja pêncşemê de bangî dewletên çekan didin Iraqê kir ku bi awayekî baştir kontrolê deynin ser wan çekan ta ku nehêlin ew çek têkevin destê Heşdî Şeibî ku tawanên şerî kirine.

    Amnestyyê îro pêncşemê raportek weşand û tê de wiha got: "Milîstên paramîlîter ku bi piranî şîî ne û di bin sîwana Heşdî Şeibî de dixebitin, hinek operasyonên derveyî dadmendiyê pêk anîn, bi hezaran zilam û sîpeyên êşkence kirine û hejmareke mezin ji çek û cebilxaneya xwe bi kar anîn ku di encamê de mafên mirovan bi awayekî giran bin pê kirin, herwiha qanûnên navdewletî jî bin pê kirin ku hinek ji wan digihêjin asta tawanên şerî yan rê li ber tawanên şerî vedikin bêyî bitirsin ku werin sizakirin."

    "ÇEKÊN JI 16 WELATAN HATINE, DI DESTÊ HEŞDÎ DE NE"

    Di raporta bi navê "Iraq: Çavgirtina li ser biçekkirina milîşên Heşdî Şebî" tê diyarkirin ku herî kêmî çek û cebilxaneya ji 16 welatan hatine di destên Heşdî Şeibî de ne ku di nav wan de çekên sivik û biçûk, moşek, topxane û navgînên zirxî yên çîn, amerîkî, ewropî, iraqî, rûsî di nav de jî hene."

    Herwiha raportê teqez kir ku divê dewletên çekan didin Iraqê kir ku wan bi awayekî baştir kontrolê deynin ser wan çekan ta ku nehêlin ew çek têkevin destê Heşdî Şeibî ku tawanên şerî dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî
    Wezîrê Siûdî: "Leşkerên Îranî Heşdî Şebî birêve dibin"
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Milîsên Heşdî Şebî bi diziya malan têne tohmetbarkirin
    Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê
    Gelo hevpeymanê serekên Heşdî Şebî ji xwe re kir hedef?
    Parlamenterên Kurd: Em ê yasaya ji bo Heşdî Şebî red bikin
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Rûsya, Ewropa, Amerîka, Çîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de