08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Cerablus

    "8 hezar leşkerên tirk dikevin Sûriyeyê"

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11902

    Hat îdîakirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji bo operasyoneke nû wê bi 8 hezar leşkerên tirk ve têkevin Sûriyeyê.

    Li gorî îdîayan, di Operasyona Mertalê Firatê ya li herêma El Babê de ji ber êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê wê planeke nû were sepandin û li gorî îdîayan heta demekê wê operasyoneke nû were destpêkirin û leşkerên Tirkiyeyê wê bi tena serê xwe têkeve herêmê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî dê wekî hêza piştgir cih bigire.

    Li gorî nûçeya malpera Haber7yê, piştî kuştina êrişa 16 leşkeran operayon bi qismî hatibû paşxistin, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) teqwiya çek û cebilxane ji bo herêmê kir û hemû amadehiyên xwe qedandin. Hejmara leşkeran wê derkeve 8 hezaran û li herêmê dê 3 baregeh werin avakirin.

    Herwiha Serokomar Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya civîna muxtaran de gotibû ‘Ji bo ku em bikaribin di demeke nêz de operasyona El Babê biqedînin em planeke nû dikin û ev wê di demeke gelekî nêz de çareser bibe. Paşî di serî de Minbic di nav de em ê hemû rêxistinên terorî ji herêmê paqijbikin.'

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji bo El Babê bi Tirkiyê re danûstandinên dîplomatîk didomin
    Jetên tirk û rûsî li El Babê hedefên DAIŞê îmha kirin
    Tirkiye: Li El Babê 23ê DAIŞî hatin kuştin
    Artêşa Tirkiyeyê: Balafirên Rûsyayê li El-Babê DAIŞ bombebaran kir
    Fermandarê ASAyê: Heta çend rojan, em ê El-Babê bistînin
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firatê, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Recep Tayyip Erdogan, El Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de