11:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Behram Qasimî

    Îran: Divê Tirkiye dev ji tawanbarkirina aliyan berde

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser gotinên Çavuşoglu yên li ser milîşeyên şîa bang li Tirkiyê kir ku li derveyî rastiyan û erka xwe ya berpirsiyariyê tevnegere.

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû, ‘Divê Îran giraniya xwe deyne ser milîşeyên şîa û erka xwe ya garantoriya agirbesta Sûriyê bi cî bîne' red kir.

    'DAXUYANIYÊN RAYEDARÊN TIRK KÊŞEYAN ALOZTIR DIKIN'

    Li gor nûçeya medya Tirkiyê di daxuyaniya nivîskî ya Bhram Qasimî de wiha hat gotin: "Dê daxuyaniyên neavakar ên rayedarên tirk rewşa heyî bêhtir aloz bikin û kêşeyên li ber çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê zêdetir bikin."

    Qasimî daxuyakirin ku Tehran, Moskow û Enqere bi hev re parçeyên hêza çareseriya krîza Sûriyê ne û wiha domand: "Îran dixwaze agirbest bi awayekî cidî birêve biçe û hêvî dike Tirkiye jî li gor rêkeftina hatiye kirin, rastiyan bibîne û li derveyî berpirsiyariyên xwe tevnegere."

    'DIVÊ TIRKIYE ERKA GARANTORIYA XWE BI CÎ BÎNE'

    Berdevkê Wezareta Îranê bal kişand ser binpêkirinên agirbestê ji aliyê komên muxalîfên dijberên hikûmeta Sûriyê û wiha axivî: "Li gor agahiyên piştrast bûyî di rojekê de zêdetirî 45 caran agirbest hat binpêkirin. Ger Tirkiye bixwaze krîza Sûriyê bidawî were û ji bo muzakereyên serkeftî agirbest mayînde bibe, divê wek garantorê muxalîfan bergiriyan bike û li dijî binpêkirinên agirbestê yên bêhejmar derkeve. Herwiha divê Tirkiye dev ji tawanbarkirina aliyên din berde û helwesta xwe ya derveyî rastiyan berde."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên HDPya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin girtin
    Leşkerê tirk ê li Babê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Koalîsyonê hejmara leşkerên operasyona Mûsilê qasî 2 qatan zêde kir
    Li Hollandayê bi gumana êrîşkarê Reînayê operasyon hat kirin
    Etîketan:
    Îran, Tirkiye, Çavuoglu, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî, Sûriye, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de