23:10 20 Îlon 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Hevserokên HDPya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin girtin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hevserokên rêxistina bajarê Stenbolê yên HDPê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de 9 rêvebirên HDPê hatin girtin, ji 2 rêveberên HDPê re jî cezayê hepsa malê hat dayîn.

    Hevserokên rêxistina bajarê Stenbolê yên HDPê Dogan Erbaş û Aysel Guzel ku tevî 32 endam û rêvebirên HDPê 12ê Berfanbara 2016an hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

    Herwiha 9 rêvebirên din ên HDPya Stenbolê jî digel hevserokan hatin girtin û ji 2 rêveberên HDPê re jî cezayê hepsa malê hat dayîn.

    HDPê 4ê Rêbendanê bi daxuyaniyeke girseyî li ber avahiya Dadweriyê ya Çaglayan a Stenbolê daxwaza serbest berdana hevserok û rêvebirên xwe kiribû. Daxuyanî ji aliyê parlamentera HDPê Pervîn Buldan ve hatibû xwendin.

    Girtina hevserokên HDPya Stenbolê li ser hesabê twitterê hat ragihandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê tirk ê li Babê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Koalîsyonê hejmara leşkerên operasyona Mûsilê qasî 2 qatan zêde kir
    Li Hollandayê bi gumana êrîşkarê Reînayê operasyon hat kirin
    Nûnerê Brîtanyayê bersiva pirsa PKKê da
    Etîketan:
    Rêvebirên HDPê hatin girtin, Aysel Guzel, Dogan Erbaş, HDP Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de