18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriye

    Amarên Rûsya û Tirkiyê: Di 24 seetan de 39 caran agirbest hat binpêkirin

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên rûsî yên li Sûriyê di nav 24 demjimêran de, 12 yên tirk jî 27 binpêkirinên agirbestê tomar kirine.

    Li gor daxuyaniya li ser malpera Wezareta Berevaniya Rûsyayê leşkerên Rûsî yên di komîsyona hevpar a Rûs-Tirk de cî digirin, li Laziqîyê 5, li Hemayê 4 û li Şamê jî 3 caran binpêkirina agirbestê tesbît kirin.

    Leşkerên Tirkiyê jî di nav 24 demjimêran de 27 binpêkirinên agirbestê tomar kir ku 9 li Idilbê, 5 li Şamê, 4 li Hemayê, 3 li Helebê, 3 li Humsê, 2 li Der'a û 1 jî li Kuneytrayê pêk hatiye.

    HEJMARA NÎŞTÎNGEHÊN BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛNE GIHÎŞT 1.091'Ê

    Herwiha hat ragihandin, ji 30ê Berfanbara 2016an anku ji destpêka agirbesta Sûriyê ve bi beşdariya 3 deverên din hejmara niştîngehên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt 1.091 nîştîngehan

    Dîsa hat eşkerekirin ku di nav 24 demjimêrên dawî de 10 ton pêwîstiyên mirovî li 4 herêmên Helebê hatine dabeşkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Polêsê ku di êrişa Beşiktaşê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
    Amerîka: Ji bo El Babê bi Tirkiyê re danûstandinên dîplomatîk didomin
    Pence: Trump di derbarê sûcdariyên li dijî Rûsyayê de bi guman e
    Wezareta Dadê derbarê rewşa Ahmet Turk de daxuyanî da
    Ji ber êrîşa li Kayseriyê 4 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Tirkiye, Rûsya, Binpêkirina agirbesta Sûriyê, Rûsya, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de