19:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    Navenda Giştî ya HDPê

    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Piştî êrişa Beşîktaşa Stenbolê ya 10ê Berfenbara 2016an 39 kesên ku piraniya wan endam û rêvebirên DBP û HDPê bûn hatibûn binçavkirin, ji wan 13 kes hatin girtin.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr piştî êrişa Beşîktaşa Stenbolê li Rihayê li hemberî endam û rêvebirên DBP û HDPê operasyonek lidar xistibû û hevşaredar jî di nav de 39 kes hatibûn binçavkirin.

    13 KES HATIN GIRTIN

    Kesên ku hatibûn binçavkirin piştî kontrola tendirustî sewkî edliyeya Rihayê kirin. Dadgeha nobedar piştî îfadeyê 26 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan, Ahmet V., Şefika K., Ahmet D., Akıl G., İbrahim A., Ahmet İ., Engin Ç., Ahmet E., Abdurrahman A., Mustafa A., Adnan E., Fehime T. û Yusuf G. Bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin û şandin girtîgehê.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê DBPê yê Sêrtê Kaysi jî di nav de 5 kes hatin girtin
    Li Bursayê Hevserokên HDPê yên navçeyan jî di nav de 4 kes hatin girtin
    Xwediyê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
    Li Wanê yekane stargeha sivîl a jinan hat girtin
    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
    Etîketan:
    Gelek endam û rêvebirên HDP û DBPê hatin girtin, HDP, DBP, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de