03:09 25 Mijdar 2017
Zindî
    Tehran - Îran

    Şandeke Parlamentoya Îranê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad re civiya

    © Fotolia/ Borna_Mir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokê Komîsyona Ewlehî ya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsa Şêwrê ya Îranê Elaeddîn Birûcerdî li gel şandeke Parlamentoya Îranê serdana Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad kir û ligel wî civiya.

    Şandeke Parlamentoya Îranê ya di bin serokatiya Serokê Komîsyona Ewlehî ya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsa Şêwrê ya Îranê Elaeddîn Birûcerdî de îro ligel rayedarên payebilind ên Sûriyeyê dest bi hevdîtinan kir. Şanda Îranê hevdîtina xwe ya pêşîn bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re pêk anî.

    Hat ragihandin ku serokê şanda Îranê Elaeddîn Birûcerdî di civînê de ji ber rizgarkirina Helebê ji destê cîhadîstan Serokdewletê Sûriyeyê Esad pîroz kir û got, "Îran di roja azadkirina bajarê Xuremşehrê de jî heman tişt ceriband."

    Li ser vê yekê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad jî got, "Divê ji ber vê serkeftinê em we pîroz bikin, ji ber ku ev serkeftin bi piştgiriyên wê pêk hatin."

    Şanda Parlamentoya Îranê ya ku şeva di bin serokatiya Serokê Komîsyona Ewlehî ya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsa Şêwrê ya Îranê Elaeddîn Birûcerdî de çûbû Sûriyeyê, wê li wir ligel Serokê Meclîsa Sûriyeyê, Serokwezîrê Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û rayedarên payebilind ên Sûriyeyê bicive.

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Di têkoşîna li dijî DAIŞê de, tenê Îranê alîkariya me kir
    Îranê derbarê hevdîtinên Astanayê de daxuyanî da
    Rêjeya kuştin û xwekuştina jinên Kurd ên Îranê zêde dibe
    Îranê elektrîka Iraqê birî
    Turkmenistanê xaza siruştî ya Îranê birî
    Fermandarekî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin
    Etîketan:
    civîn, Şanda Parlamentoya Îranê, Serokdewletê Sûriyeyê, Serokê Komîsyona Ewlehî ya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsa Şêwrê ya Îranê, Beşar Esad, Elaeddîn Birûcerdî, Heleb, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de