12:32 25 Mijdar 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Hevserokê DBPê yê Sêrtê Kaysi jî di nav de 5 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hevserokê DBPê yê bajarê Sêrtê Agit Kaysi jî di nav de 5 kesên ku di operasyonekê de hatibûn binçavkirin ji terefê dadgehê ve hat girtin.

    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê bajarê Sêrtê Agit Kaysi jî di nav de û 5 kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê de ji terefê Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî ya Sêrtê ve hatibûn binçavkirin.

    Piştî qedandina karê Midûriyeta Ewlehî Hevserokê DBPê Kaysi û 5 kesên din sewkî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin û dadger bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê' hemû şikber girtin.

    Hat ragihandin ku kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Hevserokê DBPê Firat hat girtin
    Hevşaredara DBPê ya Agiriyê hat girtin
    KCKê rexne li HDPê û DBPê kir
    Ji bo 3 şaredariyên DBPê qeyûm hate tayînkirin
    Hevserokê Qersê yê DBPê Onder Fidanboy hat girtin
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê DBPê yê Sêrtê, Agit Kaysi, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de