21:18 24 Mijdar 2017
Zindî
    Fîkrî Saglar

    Fikri Saglar: "Divê êdî em qebûl bikin komar têk çûye"

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Mersînê Fikri Saglar di axaftina xwe de ragihand ku divê êdî em qebûl bikin ku komar têl çû û rejim diguhere.

    Parlamenterê CHPê yê Mersînê Fikri Saglar di bernameya ‘Berdewamiya Lîstikê' ya Enver Aysever a Radyoyê Spûtnîkê de rewşa dawî ya CHPê û guherîna Destûra Bingehîn nirxand. Sagalar di axaftina xwe de ragihand ku divê êdî em qebûl bikin ku komar têl çû û rejim diguhere.

    Fikri Saglar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Taybetmendiya herî girîng a komara demokratîk bêalî û serbixwebûna darazayê ye. Îro li Tirkiyeyê di her mijarê de berpirsyaran erka xwe dewr kirine. Li vir ên herî girîng jî dadger û dozger in. Serokomar di axaftina xwe de dibêje em vî tiştî bikin tu dinêre roja din ew tişt dibe. Hebûn û tunebûna mexalefetê ne di xema tu kesî de ye."

    MUXALEFETEKE RASTEQÎN TUNEYE

    Saglar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez wekî kesekî CHPeyî partiya xwe jî rexne dikim, lewra dema ku mirov temaşe dike muxalefeteke rasteqîn tuneye. CHP ji xeyrî parlamentoyê, li navenda demokrasiye li tax û kolanan tuneye. Nikare bi gel êdî bese bide gotin. Bi bêdengî dixwaze li parlamentoyê muxalefetê bike. Ji aliyê din ve partiya muxalif a din jî tiştê ku nayê eqlê partiya desthîlat bi bîra wê tîne. Muxalefeta me jî ev muxalefet e."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê berê Fikri Saglar: ‘Bi guherandina bajaran pirsgirêka kurd nayê çareserkirin'
    Lijneya Navendî ya Rêvebir a CHPê bi rewşa awarte civiya
    Li ser navê CHPê Deniz Baykal diaxive
    Lûtkeya Serokwezîrê Tirkiyê û serokên CHPê û MHPê bidawî hat
    Serokê CHPê: Soz didim di 4 salan de pirsa kurd çareser dikim
    Etîketan:
    Komara tirkî têk diçe, Rejim diguhere, Parlamenterê CHPê yê Mersînê, Enver Aysever, Fikri Saglar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de