10:55 24 Gulan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Hevdîtinên Astanayê dê di 23ê Rêbendanê de dest pê bikin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku hevdîtinên Astanayê dê di 23ê Rêbendanê de dest pê bikin.

    Çavuşoglu beşdarî civîna Ajansa Anadoluyê bû û li wê derê ragihand ku hevdîtinên Astanayê dê di 2ê Rêbendanê de dest pê bikin.

    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê
    © AP Photo / Mursel Coban, Depo Photos
    Wezîrê tirk diyar kir ku ew li ser rêkeftineke nû dixebitin ji bo mueyideyan li ser komên agirbestê bin pê dikin bisepînin û wiha pê de çû: "Xebatên me dê berdewam bikin ta ku agirbesta Sûriyeyê bibe mayinde û çareseriya siyasî pêk were. Eger em binpêkirinên ku roj bi roj zêde dibin ranewestînin, dibe dawiya pêvajoya Astanayê were. Ev binpêkirin ji aliyê rejîm û Hizbûllah û bi taybetî komên şîî tên kirin."

    ME JI RÛSYAYÊ RE GOT, YPG DÊ CIH DI HEVDÎTINÊN ASTANAYÊ DE NEGIRE

    Herwiha Çavuşoglu wiha dewam kir: " NY jî dê beşdarî civînên Astanayê bibe. Biryardariyeke me heye ku DYA jî beşdar bibe."

    Çavuşoglu got, me ji Rûsyayê re got ku YPGê dê cih di hevdîtinên Astanayê negire.

    9-10Ê RÊBENDANÊ, HEYETEKE RÛSÎ DÊ BIÇE TIRKIYEYÊ

    Wezîrê tirk diyar kir ku heyeteke rûsî dê di 9-10ê Rêbendanê de biçe Tirkiyeyê ta ku pêvajoya Astanayê bi rayedarên tirk re gotûbêj bike.

    Ji aliyê din ve, Çavuşoglu ragihand ku nasnameya êrîşkarê Reinayê diyar e û xebat dewam dikin.

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Muxalifên sûriyeyî hevdîtinên Astanayê boykot dikin
    Muallîm şertê serkeftina civînên Astanayê eşkere kir
    Îranê derbarê hevdîtinên Astanayê de daxuyanî da
    Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê bo civînên Astanayê axivî
    Kazakîstan: Civînên Astanayê girêdayî rêkûpêkiya agirbestê ye
    Etîketan:
    Agirbest, NY, YPG, Mevlut Çavuşoglu, Sûriye, Tirkiye, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de