02:57 24 Adar 2017
Zindî
    Yahya Maşrapov

    Kirgizîstanê li ser belavkirina wêneyê Maşrapov daxuyanî da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Berdevkê çapemeniyê yê Komîteya Navendî yê Ewlekariya Netewî ya Kirgizîstanê Rahat Suleymanov daxuyakirin ku ti eleqeya hemwelatiyê wan Yahya Maşrapov ê wek êrîşkarê Reînayê wêneyê wî hatibûn parvekirin bi êrîşa Stenbolê ve nîne.

    Suleymanov ji medya Rûsî re ragihand ku piştî Maşrapov hatiye Kirgizîstanê lêpirsîn li ser hatiye kirin û Maşrapov îspat kiriye ku ew roja 31ê Berfanbarê ne li Tirkiyê bû, lewma jî ti eleqeya wî bi wê êrîşê tune ye.

    Suleymanov herwiha got ku ew bi hevtayên xwe yên Tirkiyêre di nav pêwendiyê de ne.

    Îro wêne û dîmena pasaporta Yahya Maşrapov ê Kirgiz li ser torên civakî û di medya Tirkiyê de wek êrîşkarê Reînayê hatibû belavkirin.

    Şeva sersalê terorîstekî bi keleşê êrîş biribû ser klûba şahîyê Reînayê û di encamê de 39 kes hatibûn kuştin 65 kes jî birîndar bûbûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Balafirên koalîsyonê li Babê piştgiriya arteşa tirk kir
    Polêsê ku pesnê DAIŞê da hat desteserkirin
    Operasyona Xezaba Firatê dewam dike: 3 gundên din hatin azadkirin
    Pisporê Rûsî: Toleyên ser Rûsyayê nîşaneya şerê grubên siyasî yên Amerîkayê ye
    Serokê Fîlîpînê eşkere kir ku hin xizmên wî beşdarî DAIŞê bûne
    Etîketan:
    Kirgizîstan, êrîşa terorîstî, Reina, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de