07:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kadrî Yildirim

    Kadrî Yildirim: 'Hikumet, wê mamosteyên kurd ên li zanîngehan ji kar bavêje'

    © Sputnik/ Cesîm Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 43170

    Parlementerê Sêrtê Yê HDPê û akademisyen Kadrî Yildirim, girtina Enstîtuya Stenbolê wekî 'girtina devê gelê kurd' binav kir û îdia kir ku lîsteyek tê amadekirin ku navên mamosteyên kurd ên dijber yên li zanîngehan tê de ne û wê hemû ji kar bên avêtin.

    Piştî hewldana Debeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê,  bo 3 mehan Rewşa awarte hate ragihandin û dema wê jî hey tê dirêjkirin. Di dema Rewşa Awarte de, di çarçoveya Biryarnameyên di Hikmê Yasayan de (KHK) de gelek qeyûm hatin şandin bo şaredarên kurd. Herwiha gelek televîzyon, radyo, kovar, malper, kom û komele û saziyên bi kurdî weşanê dikirin jî hatin girtin. Herî dawî jî roja şemiya borî deriyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji aliyê polêsan ve hate mohrkirin. Parlementerê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim derbarê rewşa dawî ya saziyên kurd, girtina enstîtuyê, sedema guherîna polîtîkayên hikumetê ya li hember kurdî, rewşa berşên kurdî yên li zanîngehan û gelek mijarên din ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    ‘GIRTINA ENSTÎTUYA KURDÎ, TÊ WATEYA GIRTINA DEVÊ GELÊ KURD'

    Yildirim di destpêka axaftina xwe de diyar dike ku Enstîtuya Kurdî Stenbolê wekî berdevkê kurdan bû û girtina wê tê wateya girtina deve gelê kurd.  Yildirim dibêje ti sedem tuneye ku enstîtu bê girtin; ne weşanên wan û ne jî xebatkarên wan.
    Yildirim amaje dike û dibêje balkêş ev e ku dewlet bi xwe di bin baneya Wezareta Çand û Hunerê de hin berhemên xwe yên klasîk çapkirin ku ew ji aliyê enstitûyê ve jî hatibûn çapkirin: "Yanî dema ku dewlet çap dike nabe pirsgirêk, lê dema enstîtû çap dike bi çavek din tê nerîn. Ev jî nesamîmiyet û nerastbûna dewlet û hikumetê nîşan dide."

    ‘FERHENGA ENSTÎTUYÊ HATE DIYARÎKIRIN BO GELEK ENDAMÊN HIKUMETÊ'

    Yildirim behsa ferhenga Zana Ferqînî ya ji aliyê enstûtiyê ve hate çapkirin dike û aşkere dike ku ev ferheng  diyarî ya serokomarê berê Abdullah Gul, serokê parlementoyê yê berê Bulent Arinç û gelek endamên din ên hikumetê, hatibû kirin.

    ‘BEŞÊN KURDÎ YÊN LI ZANÎNGEHÊ DI BIN KONTROLA HIKUMETÊ DE YE'

    Kadrî Yildirim behsa beşên kurdî yên li zanîngehan li bajarên  kurdan dike û diyar dike ku ev nayê wateya ku pêşî li zimanê kurdî hatiye vekirin: "Lewra ji bilî Zanîngeha Artukliyê, hemû beşên kurdî yên li tevahiya zanîngehan, di bin kontrola hişmeniya hikumet û dewletê de ne û her alîgirên wan lê têne bicihkirin."
    Parlementerê HDPê Kadrî Yildirim balê dikşîne ser hin serokên beşên kurdî û dibêje balkêşe ku gelek ji wan nizanin bi kurdî biaxivin û wiha pê de çû: "Hikumet bi vê yekê samîmiyeta xwe ya di warê zimanê kurdî careke din eşkere dike."

    Yildirim daxuyand ku mebesta hikumetê ne pêşvebirina zimanê kurdiye û ew armanc dike ku alîgirên xwe li nava zanîngehê de bicih bike û bi saya vê yekê jî  kontrola xwe saz bike.

    ‘XWENDEVAN BI PESENDIYA MÎTÊ, TÊN BICIHKIRIN'

    Yildirim di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: ‘ Ez navê wî nadim, lê serokek, beşa kurdî, daxuyaniyek dabû çapemeniyê û tê de gotibû ku ‘Em xwendevanan bi alîkariya MÎTê digrin.' Yanî li zanîngehan cih nadin kesên nêzî siyaseta kurdî an jî xwedî fikra kurdewarî û wan tesfiye dikin."

    ‘JI BER EZ OBJEKTÎF BÛM, HATIM TESFIYEKIRIN'

    Kadrî Yildirim ku demekê Serokê Beşa Kurdolijiya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê bû, mînakekê dide û dibêje dema ew li zanîngehê bû, lîsteyek jêre hatiye şandin û jê hatiye xwestin kesên di wê lîsteyê de wergire zanîngehê. Lê wî yek qebûl nekiriye û her objektif tevgeriya ye. Yildirim diyar dike ku ji ber vê yekê ew hatiye tesfiyekirin û doz lê hatiye vekirin.

    ‘VEKIRÎBÛNA BEŞÊN KURDÎ BI KÊRÎ SIYASETA, HIKUMETÊ TÊ'

    Sedema rewşa dawî ya li beşên kurdî yên di bin baneya zanîngehan de Yildirim destnîşan dike ku hikumet çavdêriya beşên kurdî dike û dixwaze tenê beş hebe û îdia dike ku bo ziman ti xebatên hêja neyên kirin.
    Herwiha li gorî  nirxandina Yildirim, vekirîna beşên kurdî bi kêrê siyaseta hikumetê tê lewra ew armanc dike ku ji raya giştî ya navxweyî û derve re bibêje va ye me beşa kurdî vekiriye û lê xwendin tê kirin.

    ‘LÎSTEYA MAMOSTEYÊN KURD ÊN DIJBER TÊ AMADEKIRIN, WÊ BÊN AVÊTIN'

    Kadrî Yildirim di dewamiya axaftina xwe de dibêje ku wê hin mamosteyên xwe nêzî siyaseta kurdî dibînin bên tesfîyekirin û ji kar bên avêtin.
    Yildirim îdia dike ku wan hin agahî bi dest xistine ku, lîsteya mamosteyên kurd ên dijber tên amade kirin û dê hikumet wan hemûyan ji kar bavêje.

    ‘SEDEMA SEREKE YA GIRTINA SAZIYÊN KURDÎ, XIRABÛNA PÊVAJOYÊ YE'

    Yildirim xirabûna pêvajoya aştiyê wekî sedema sereke ya rewşa dawî ya siyasî binav dike û diyar dike ku heta di dema Sedam Hisên jî zimanê kurdî zext û zorên wiha nedîtiye.
    Yildirirm got: "Ev ne siyasetek rast e, lewra dema şerê Sedam Hisên û pêşmergeyan de jî, kurdan zilmek wiha nedîtin. Di dema şer de, gelek pirtûkên kurdî ji aliyê çapxaneyên fermî ve li Bexdayê  dihatin çapkirin û weşandin. Ango şerên di navbera Sedam û pêşmergeyan de tenê şerekî leşkerî bû û li ser zimanê kurdî fişarên bi vî rengî nedihate kirin."

    ‘DI MALPERA PARLEMENTOYÊ DE BEŞA KURDÎ NÎNE'

    Yildirim daxuyand ku malpera parlementoyê bi 8 zimanan weşanê dike û dibêje wan xwestiye ku zimanê kurdî jî lê bê zêdekirin, lê ev yek hatiye redkirin.
    Yildirim di dawiya axaftina xwe de behsa bertekên parlementoyê yên li hember kurdî dike û dibêje: "Ez wekî Serokê Berê yê Beşa Kurdolojiya Zanîngeha Artukluyê, dema min li ser kursiyê çend gotinên kurdî got, bertek dan min û muameleya zimanekî ne diyar li kurdî kirin. Ev jî nîşaneya nakokiya karê hikumetê ye."

    ‘EM Ê BO ENSTÎTUYÊ KAMPANYEYEKÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'

    Yildirim di dawiya axaftina xwe de destnîşan dike ku wê bo vekirina Enstîtiya Kurdî ya Stenbolê, kampanyayekê bidin destpêkirin û dê di rojên pêş de bi gelek wezîran re hevdîtinan pêk bîne.
    Yildirim da zanîn ku mijara girtina Enstîtiya Kurdî ya Stenbolê mijareke netewî ye lewma jî wê lê xwedî derkevin.

    Bi heman mijarî:

    Mamosteyên Nerazî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza çi dikin?
    523 mamosteyên li Amedê vegeriyan ser karên xwe
    Li Edene û Mêrsînê 44 mamoste ji kar hatin avêtin
    6 hezar mamoste wê vegerin ser wezîfeya xwe
    Mamoste ye, wergêr e, nivîskar e lê niha ew jî bê kar e!
    Li Mêrsîn û Edeneyê 44 mamoste ji kar hatin avêtin
    Etîketan:
    sedam, çapkirin, enstîtuya kurdî ya stenbolê, tesfiye, pêşîgirtin, mamsoteyên kurd, zanîngeha artukluyê, alîgirên hikumetê, zimanê kurdî, kadrî yildirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de