05:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Amerîka: Hevpeymanê 188 sivîl kuştin

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    CENTOMa Amerîkayê ragihand ku Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike (CJTF-OIR)ji dema destpêka operasyonan û heta niha, 188 sivîl li Sûriye û Iraqê bi "şaşî" hatine kuştin.

    Hevpeymanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan meha Mijdarê 16 rapor derbarê wendahiyên sivîl li Sûriye û Iraqê de wergirtin ku tenê 5 heb ji wan cihê baweriyê ne û diyar kir ku di 6ê Mijdarê de li Şehîd Essabê ya Iraqê, 26 û 29ê Mijdarê li Mûsilê, 21ê Mijdarê li Selahiyeya Sûriyeyê û 26 li Reqqayê 15 sivîl hatine kuştin.

    Herwiha daxuyaniyê wiha dewam kir: "Piştî nirxandina daneyên ji roja destpêkirina operasyonan û heta niha, hat zanîn ku 188 sivîl di çarçoveya operasyonan de hatine kuştin."

    Ji aliyê din ve, Hevpeymanê di daxuyaniyê de xemgîniya xwe ragihand û sersaxî ji malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest daye re xwest.

    Hêjayî gotinê ye ku Hevpeymana Navdlewetî bi beşdariya 60 welatan û pêşengiya Amerîkayê ji sala 2014an ve li Iraq û Sûriyeyê operasyonên xwe berdewam dike û ev operasyon ji aliyê KENYyê ve nehatine pesendkirin.

     

     

    Etîketan:
    Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê, Sûriye, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de