05:07 24 Mijdar 2017
Zindî
    Nûrî El Malikî

    Malikî: Di têkoşîna li dijî DAIŞê de, tenê Îranê alîkariya me kir

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Alîkarê Serokomarê Iraqê Nûrî el Malikî, destnîşan dike ku, di şerê li dijî DAIŞ û komên din ên terorîst de ji xeynî Îranê, ti welatan alîkariya wan nekirine.

    Malikî bo hin hevdîtinên fermî serdana Îranê kir. Malikî li Tehrana paytextê Îranê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û derbarê rewşa têkiliyên herdu welatan de agahî da çapemeniyê.
    Li gorî agahiyên ji ser ajansa IRNA ya Îranê hatiye bidestxistin, Malîkî di daxuyaniya xwe de gotiye ku: ‘Ya rast, gelek welat gotin ‘di şerê li dijî DAIŞê de em ê alîkariya Iraqê bikin' lê tenê Îranê soza xwe anî cih û alîkariya me kir.'

    Malikî got ew ne xwedî çekên zêde û baş in û wiha pê de çû: ‘Îran alîkariya çekan da me ku ev yek di serkeftina şerê li dijî DAIŞê de, xwedî girîngiyeke mezin e.'

    'TÊKILIYÊN TEHRAN Û BEXDAYÊ, TÊKILIYÊN STRATEJÎK IN'

    Alîkarê Serokomarê Iraqê Malikî, sedema serdana xwe ya Tehranê jî wekî, pêşvebirin û xweşkirina têkiliyên herdu welatan, eşkere kir û got têkiliyên Tehran û Bexdayê têkiliyên stratejik in.

    Malikî di dawiya axaftina xwe de rexne li Erebîstana Siûdî jî kir û wan wekî piştevanên terorîstan sûcdar kir û got dê hesabê vê yekê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Nûrî Malîkî bi gendeliyê tê tohmetbarkirin
    Nûrî Malîkî: "Tu bûdçeyeke fermanberên herêma Kurdistanê tuneye"
    Barzanî: Niyeta Malîkî ya xêr bûya, dê bihata Hewlêr
    Îranê derbarê hevdîtinên Astanayê de daxuyanî da
    Rêjeya kuştin û xwekuştina jinên Kurd ên Îranê zêde dibe
    Îranê elektrîka Iraqê birî
    Etîketan:
    têkiliyên stratejîk, hevdîtinên siyasî, daiş, komên terorîst, şerê li dijî terorîzmê, serdan, nûrî el malikî, iraq, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de