03:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Li Ûrmiyê jineke kurd xwe şewitand

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4811

    Li navçeya Mergewrê ya girêdayî Ûrmiyê jineke temenê wê 25 salî agir bera bedena xwe da û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê di şeva 31ê Berfanbara 2016an de li navçeya Mergewrê ya bajarê Ûrmiyê li gundê Girdiwanê jineke bi navê Nermîn Mihemedî ya keça Ebdûla ji ber pirsgirêkên malbatî agir bera bedena xwe da û ew rakirin Nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê.

    Hat diyar kirin ku Nermîn Mihemedî piştî 23 saetan li nexweşxaneyê ew birin mala bavê wê ya li gundê Gêsyanê lê ji berk u piraniya bedena wê şewitîbû, 2yê Rêbendanê roja duşemê jiyana xwe ji dest da.

    Her wiha hat hîn bûn ku Nermîn Mihemedî jineke kurd e û yek jê 4 salî, yek jî 1 salî, xwediyê zarokan e.

    Komele û saziyên mafên jinan diyar dikin ku ji ber bêkarî û pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên malbatî û xemsariya berpirsên rêveberiya dewletê li bajarên kurdan ên Îranê rêjeya xwe şewitandin û xwe kuştina jinan de zêdetir bûye.

    Her wiha Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) jî ragihandibû ku li eyaleta Kurdistanê û bajarên kurdan ên Îranê jinên kurd ên ku xwe dikujin, ji sedî 52 xwe bi şewitandinê, ji sedî 32 jî bidarvekirinê dawiyê li jiyana xwe tînin.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin
    Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde
    Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir
    Îranê kolberek bi giranî birîndar kir
    Li Îranê xwendekarekî Kurd hat desteserkirin
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, xwe şewitandin, Kurdistanmedia, Komeleya Mafê Mirova a Kurdistanê (KMMK), Nermîn Mihemedî, Îran, Kurdistan, Ûrmiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de