06:26 23 Mijdar 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Qatil Altintaş gelek caran li wêneyê Karlov temaşe kiriye

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2011

    Qatilê Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov Mevlut Mert Altintaş berî suîqestê di compîtura hevalê xwe yê malê de gelek caran li wêneyê wî temaşe kiriye.

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê lêpirsîna suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov de hurgiliyên nû bi dest xistin.

    Piştî ku hat zanîn suîqest ji terefê polês Mevlut Mert Altintaşê Midûriyetê Şaxa Hêza Çevîk a Enqereyê ve hatiye kirin, li mala Altintaş operasyonên hemdemî pêk hatin. Li mala hevalê Altintaş Serkan O. ku li navçeya Keçiorena dima lêgerîn hat kirin û hêzên ewlehî compîtura malê ji bo vekolînê biribûn Midûriyeta Ewlehî.

    POLÊSÊN ÎNFORMATÎK ŞOP DOMAND

    Li gorî nûçeya Fevzi Çakirê rojnameya Haberturkê, polêsê înformatîk di compîturê de bere paş şop domand. Li gorî vekolînan derket holê ku di demên cuda de gelek caran li wêneyê Andrey Karlov hatiye temaşekirin. Ev jî dide nîşandan ku piştî Altintaş dîrektîfa suîqesta Karlov werdigire ji bo agahiyan berhevbike wêneyê wî vedikole.Niha dozgerî di demên ku Altintaş li wêneyê Karlov temaşe dikir de pêwendî bi kê re danîbû li ser wê lêkolînê dike. Dibe di encama vê lêkolînê de ‘abêyê FETOyê' ku direktif daye were hînbûn.

    Bi heman mijarî:

    Patrîk Kirill: "Ez ê ji bo Andrey Karlov dia bikim"
    Dîplomatkarên Tirk: Em terorkirina Andrey Karlov bi tundî şermezar dikin
    Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov hat kuştin
    Merasîma Xatirxwestina Balyozê Rûsî Andrey Karlov
    Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov hat kuştin
    Etîketan:
    FETO/PDY, Êrişa Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de