10:30 24 Hezîran 2018
Nûrî El Malikî

Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê berê yê Iraqê û cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî el Malîkî ragihand ku hêza şîa Heşdî Şabî piştî têkbirina DAIŞê li Iraqê dikare biçe Sûriyê jî.

Nûrî el Malîkî li paytexta Komara Îslamî Îranê Tehranê di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa; Piştî ku Mûsil ji terorîstan hat paqijkirin dibêjin dê Heşdî Şabî biçe Sûriyê hûn çi dibêjin? axivî.

Malîkî got, 'Heger em li hember DAIŞê bi ser bikevin û erda xwe rizgar bikin, heke pêdiviya birayên me yên li Sûriyê pê hebe em dikarin biçin Sûriyê.'

Nûrî Malîkiyê ku pesnê xwe bi damezirandina Heşdî Şabî dike, bi tohmeta ku bûye sedema dagirkirina yek ji sisiyê erda Iraqê tê rexnekirin.

Bi heman mijarî:

Emnîyeta Stenbolê wêneyê rastîn ê êrîşkarê Reînayê belav kir
'Hevkariya Enqere û Moskowê nîşaneya hêvîşikestina Tirkiyê ya ji NATOyê ye'
Li Zeytînburnuya Stenbolê li ser êrîşkarê Reînayê operasyon dest pê kir
Muallîm şertê serkeftina civînên Astanayê eşkere kir
Dîmenên êrişkarê Reinayê ku bi texsiyê direve hat parvekirin
Etîketan:
Sûriye, Iraq, Îran, Heşdî Şabî, Nurî Malikî, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de