12:13 25 Mijdar 2017
Zindî
    teqîn-sînor-daiş-cerablûs-operasyon-

    Li Iraqê DAIŞê êrîşî navenda polîsan kir: Bi kêmî 7 polîs hatin kuştin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Rêxistina terorîst DAIŞê li navenda bajarê Samara bi wesayîtên bombebarkirî êrîş bir ser navendên polîsan û piştî êrîşê pevçûn derket. Li gor zanyariyan herî kêm 7 polîsan di van êrîşan de can da.

    Hat ragihandin ku DAIŞÊ li Iraqê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî xala kontrolê ya polîsan ku li ser rêya bajarê Samara û Bexdayê dimîne kir.

    Herwiha DAIŞê di heman demê de êrîş bir ser navendeke din a polîsan ku li navenda bajarê Samarayê dimîne.

    Piştî êrîşan li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin û pevçûn di navbera terorîstan û polîsan de destpê kir.

    El Arabiyayê ragihand ku 2 xwekujan ji bo terorîstên DAIŞê derbasî nav avahiya polîsan bibin xwe teqandine.

     

    Bi heman mijarî:

    Emnîyeta Stenbolê wêneyê rastîn ê êrîşkarê Reînayê belav kir
    'Hevkariya Enqere û Moskowê nîşaneya hêvîşikestina Tirkiyê ya ji NATOyê ye'
    Li Zeytînburnuya Stenbolê li ser êrîşkarê Reînayê operasyon dest pê kir
    Muallîm şertê serkeftina civînên Astanayê eşkere kir
    Dîmenên êrişkarê Reinayê ku bi texsiyê direve hat parvekirin
    Etîketan:
    Samara, Êrîş, Bexda, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de