16:52 25 Hezîran 2018
Êrişa Reîna ya Stenbolê

Li Zeytînburnuya Stenbolê li ser êrîşkarê Reînayê operasyon dest pê kir

© REUTERS / Osman Orsal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Stenbolê Zeytînburnuyê ji bo desteserkirina êrîşkarê klûba Reînayê ku 39 kesan can dabû, li ser malekê operasyon hat destpêkirin.

 

Derbarê êrîşa Reînayê de li Zeytînburnu ya Stenbolê li ser malekê operasyon tê kirin. Operasyon bi helîkopter û tîmên dijî terorê birêve diçe.

'KESEK BIRÎNDAR E'

Hat ragihandin kesê ku birîndar bûye dema xwestiye ji mal bireve ji aliyê polîsan ve bi birîndarî hatiye desteserkirin ku ew jî kesekî biyanî ye û ji bor neyê dersînor kirin xwestiye bireve.

Herwiha hat ragihandin ku polîsên Stenbolê li wê mala ku operasyon li ser kirine êrîşkar nedîtine.Taxeke Zeytînburnu ya Stenbolê hatiye dorpêçkirin.

DI ÊRÎŞA REÎNA'YÊ DE 39 KESAN CAN DABÛ

Di êrîşa terorîstî ya klûba Reîna ku li Ortakoy a Stenbolê ye 12 kesên gumanbar hatibûn binçavkirin.

DAIŞê berpirsiya xwe ya êrîşa ku 39 kesan can dabû û 65 kes jî birîndar bûbûn ragihandibû.

Bi heman mijarî:

'Hevkariya Enqere û Moskowê nîşaneya hêvîşikestina Tirkiyê ya ji NATOyê ye'
Muallîm şertê serkeftina civînên Astanayê eşkere kir
Li Hindîstanê di hilbijartinan de bikaranîna çîna civakî û olî hat qedexekirin
Pisporê Rûsî: Biryara Obama xîtabî baskê çep ê demokratan dike
'Pûtîn bi xwînsarî bersiv da provokasyona Obama'
Etîketan:
Zeytînburnu, êrîşa Reînayê, stenbol, Tirkiye, operasyon, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de