14:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Kurtulmuş: Em hemû hesabên medyaya civakî dişopînin

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Berdevkê Hikumeta Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku êrîşa di şeva serê salê de li Stenbolê li dijî cluba şahiyê ya Reinayê pêk hat, ji aliyê çawaniyê ve ji çalakiyên terorê yên din cuda ye. Kurtulmuş got agahiyên di derbarê şikl û şopa tiliya êrîşkar de hatin bidestxistin.

    Kurtulmuş ev tişt gotin:

    • Êrîş hat li dijî cihekî şahiyê hatiye kirin ha li dijî perestgehekê hatiye kirin, hîç cudahiya wan tune ye. Bi êrîşên li dijî şiklê jiyanê wê nikaribin miletê me dabeş bikin, em ê destûrê nedin vê yekê.
    • Hemû lêpirsîn dijwar in lê divê ev lêpirsîn bi baldarî were meşandin.
    • Agahiyên wekî şikl û şopa tiliya êrîşkar hatine ber destê me.
      Rewşa Awarte cihê rehetî nehatiye destpêkirin. Çi qas pêwîst be wê ew qas berdewam bike.
    • Di demen dawîn de 248 êrîş berê ku pêk werin, hatin astengkirin.
    • Dewletên navdewletî heta ku piştgiriya lojîstîk û çekan bidin rêxistinên terorê wê mirovê tu welatan rehet neke, wê aram nebe.
    • Em wek tirkiyeyê bangî hemû civaka navdewletî dikin. Tavilê dawiyê li piştgirîkirina rêxistinên terorê bînin.
    • Werin em li dijî terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
    • Tirkiye wê înisiyatîfên nû yên aşitiyê pêş bixe.
    • Bi rêveberiya Iraqê re serdemeke nû tê destpêkirin.

    'EM HEMÛ HESABÊN MEDYAYA CIVAKÎ DIŞOPÎNIN'

    • Em hemû hesabên medyaya civakî yên wekî provakaîfê tên bikaranîn, kontrol dikin û em ê kontrol jî bikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku dixwazin fitneyê têxin nava me, berdewam bikin.
    • Parvekirinên ne li gorî berjewendiyên welêt sûc in. Hemû weşan wê werin şopandin. Şerê me yê li dijî kesên ku bi parvekirinên xwe hewl didin gel sewqê nefret û dijmaniyê bikin, wê berdewam bike.
    • Di derbarê 347 hesabên medyaya civakî de lêpirsîn hat destpêkirin. Di derbarê 92 kesan de jî miamele hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: Erîşa Kayseriyê PKKê îşaret dike
    Kurtulmuş: Hindik maye El Bab bê kontrolkirin
    Kurtulmuş: Nêzbûna Tirkiye û Rûsyayê dê bibe sedem ji pêkanîna çareseriya krîza Sûriyeyê
    Kurtulmuş: Plan û armanc teşkîlata polîsan bû
    Kurtulmuş: Yan PYDê yan 80 milyon welatiyên Tirkiyeyê
    Etîketan:
    hesabên medyaya civakî, şopandin, Berdevkê Hikumeta Tirkiyeyê, Numan Kurtulmuş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de