21:20 18 Sibat 2018
Zindî
    Ambulans

    Li Rihayê di kanala avdaniyê de termê zilamekî hat dîtin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Kaniya Xezalan a bajarê Rihayê di kanala avdaniyê de terme zilamekî hat dîtin.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li taxa Hurriyetê niştecihên taxê di kanaleke avdaniyê de terme zilamekî dîtin û li ser vê yekê agahî dan hêzên ewlehiyê.

    Termê zilamê mirî ji aliyê tîmên leşker û tenduristiyê ve ji kanalê hat dersixtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan. Hat diyar kirin zilamê mirî li derdora 20 salî ye û li ser wî tu nasname derneketiye. Termê zilam piştî nexweşxaneyê ji bo otopsiyê ji Desteya Tiba Edlî ya Rihayê re hat şandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Qeza li Rihayê: Jê 7 zarok 9 kes birîndar bûn
    Sererkana Tirkiyeyê: 16 terorîstên endamê DAIŞê li Rihayê hatin girtin
    Li Rihayê operasyon: Di malekê de 4 kes hatin kuştin
    Li Rihayê li hemberî wesayita polîsan êrişa çekdarî
    Li Rihayê li ser sînorê Rojava dîwar tê lêkirin
    Li Semsûr û Rihayê 92 xwendekar bi jehrê ketin
    Etîketan:
    hat dîtin, termê zilamekî, kanala avdaniyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan, Kaniya Xezalan, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de