17:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî

    Îranê derbarê hevdîtinên Astanayê de daxuyanî da

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 40 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî derbarê hevdîtinên Astanayê daxuyaniyek da û got beriya civînê ti şertên wan tune ye.

    Qasimî di civîna çapmeniyê ya ku li avahiya Wezareta Karên Derve ya Îranê, hate lidarxistin de derbarê geşedanên dawî de hin daxuyanî da. Qasimî amaje kir ku niha 3 garantorên agirbesta Sûriyeyê hene ew jî Îran, Rûsya û Tirkiyeye.

    Qasimî di dewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: ‘Niha tenê hersê welatên navborî garantor in û bo garantoriyê ti welatên din nayên fikirîn. Hinek sebir divê. Ya baş ew e ku, welatên herêmê, pirsgirêkên xwe, çareser bikin.'

    ‘NE RASTE KU EM SEREDANEKÊ DÎKTE BIKIN'

    Li ser pirsa ‘Beriya hevdîtinên Astanayê, ti şertek Îranê heye?' Qasimî bersivek wiha da: ‘Civîna Astanayê dewleta Sûriyeyê û dijberan eleqeder dike. Ne rast e ku, em seredanekê, dîkte bikin. Em hêvî dikin ku, di mijara çareseriyê de di nava diyalogê de bin. Şertek me yî taybet nîne. Em ê rêza biryara wan bigrin.'

    Qasimî li ser îdiayên li ser nûçeya Reutersê ya wekî ‘Sûriye; wê di nava Tirkiye, Rûsya û Îranê de bê dabeşkirin.' got: ‘Gotineke bêleqe û şaş e. Em rêza hevgirtina axa Sûriyeyê dikin. Guherîna sînoran û binpêkirina desthilatdariyên neteweyî ne rast e.'

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Çurkin: Me pêşnûmaya ji bo agirbesta li Sûriyeyê pêşkeşî KENY kir
    KENY, piştî agirbesta Sûriyeyê dicive
    Pûtîn û Esad agirbesta li Sûriyeyê axivîn
    Erdogan: Rêxistinên ku NY wan terorîst dibîne li derveyî agirbesta Sûriyê ne
    Etîketan:
    dijber, civîn, hevdîtinên astanayê, diyalog, çareseriya siyasî, şer, agirbesta sûriyeyê, Behram Qasimî, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de