10:28 18 Hezîran 2018
Îsmaîl Beşîkçî

Beşîkçî: Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide demokrasiyê

© Sputnik / Cesim İlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 41

Piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bi ragihandina Rewşa Awarte û Biryarnameyên di hukmê Yaseyê (KHK) de gelek televîzyon, rojname, kovar, malper, dibistanên zarokan, komele û saziyên sivîl ên xebatên kurdî dimeşandin hatin girtin. Herî dawiyê di 31'ê Berfanbara 2016'an de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî hat girtin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê Avrêla 1992'yan de bi pêşengiya hinek rewşenbîrên wekî Mûsa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Cemşîd Bender, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz hate avakirin. Serokê pêşîn ê Enstîtuya Kurdî Mûsa Anter e. Mûsa Anter di nav gelê kurd de bi navê "Apê Mûsa" navdar e û tê nasîn.

Li gorî agahiyên li ser malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê "piştî Apê Mûsa jî Enstîtuyê ligel hemû astengiyên li ber ziman û nasnameya kurdan, der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de xebatên xwe yên lêkolînî domandin."

ENSTÎTUYA KURDÎ DI 24 SALÊN XWE YÊN BORÎ DE GELEK XEBAT MEŞANDIN

Enstîtiuya Kurdî ya Stnebolê di 24 salên xwe yên borî de di derbarê çand, wêje, dîrok û zimanê kurdî de gelek xebatên giranbiha meşandin. Enstîtuyê ji sala 1994'an vir ve dest bi weşandina kovareke bi navê ZEND kiriye û di kovarê de gotarên lêkolînî yên der barê ziman, wêje, dîrok, zimanzanî û perwerdehiyê de hatine weşandin.

Enstîtuyê ligel kovarê gelek pirtûkên dîrokî, wêjeyî, çandî û zimanzaniyê jî weşandin. Dîsa di sêrî de du ferhengên mezin ên duzimanî (kurdî-tirkî/ tirkî kurdî), ferhengên biwêj û gotinên pêşiyan, pirtûka rêzimana kurdî, pirtûkên fêrkirina kurdî, dîroka wêjeya kurdî gelek berhemên giranbuha weşandin. Her wiha gelek kesan li Enstîtuyê dersên zimanê Kurdî wergirtin û fêrî zimanê Kurdî bûn.

‘ENSTÎTU JI BER REWŞA AWARTE HAT GIRTIN'

Enstîtuya Kurdî ya ku ew qas xebatên girîng kiribûn di 31'ê Berfanbara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve di çarçoveya Rewşa Awarte de hat girtin. Di derbarê girtina Enstîtuyê de yek ji damezirînerên Enstîtuyê û civaknasê Tirk ê navdar Îsmaîl Beşîkçî ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Îsamîl Beşîkçî diyar kir ku girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wê zirarê bide atmosfera demokratîk û lêkolînê. Beşikçî girtina saziyên Kurdî-Der û Kurd-Derê û girtina dibistan, televîzyon, rojname û kovarên bi kurdî jî bi heman şiklî şîrove kir.

‘DIVÊ XEBATÊN KURDÎ WERIN BERDEWAM KIRIN'

Beşîkçî got, "ji bo pêvajoya avakirin a netewî xebat û lêkolînên ferheng, dîrok, ziman û civakê, amadekirina anatolojiyan, xebatên avakirina muzeyan perçeyên girîng in." Beşîkçî anî ziman ku divê xebatên di derbarê civak, çand, dîrok û zimanê kurdî de her tim werin berdewam kirin û ev tişt gotin:

"Dibe ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatibe girtin. Lê divê xebatên ziman, dîrok û civakî yên di derbarê Kurdan berdewam bikin. Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide atmosfera demokratîk û lêkolînê. Lê divê lêkolînên şexsî berdewam bikin. Dibe ku dibistanên kurdî werin girtin lê di kurd dikarin her malê bike dibistan."

Beşîkçî di dawiya axaftina xwe de ji ber ku behsa navê wî û kesên wek Abdurrahman Durre, Yaşar Kaya, Suleyman Inanoglu, Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîn Gurbuz nekirine, rexne li hinek aliyên çapemeniya kurd girt û got, "van çavkaniyên çapemeniyê bi zanebûn vî tiştî dikin, ku dixwazin van navan ji hişê rayagiştî dûr bigirin û wan tune bihesîbinin."

Bi heman mijarî:

Îsmaîl Beşîkçî serdana PDK-Îyê kir
Îsmaîl Beşîkçî:'Neteweyên Yekbûyî qêrîna Kurdan nebihîst'
Beşîkçî: Dewleta serbixwe mafê kurdan e
Beşîkçî Serdana nûnertiya Kantonên Rojavayê kir
'Sala 2016an ji bo zimanê kurdî saleke xerab bû'
Etîketan:
zirar, demokrasî, Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê de (KHK), Rewşa Awarte, Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Îsmaîl Beşîkçî, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de