04:53 22 Mijdar 2017
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Komîsyona Karên Siyasî û Ewlehiyê (Knesset) yê Parlamentoya Îsraîlê biryara cenazeye kêsên endamê Hamasê ne û ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin, dê êdî radestî malbatên wan neyên kirin, da.

    Hikûmeta Îsraîlê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di civîna îro de mijara leşker û sivîlên Îsraîlê ya di desten Hamasê de nirxandiye û cenazeye endamên Hamasê ku ji aliye leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin, biryar girt ku radestî malbatên wan neyên kirin.

    Hate diyar kirin ku biryar ji bo fişar li ser Hamasê bikin ku leşkerên Îsraîlê, li Xezzeyê tên girtin berdin.

    ‘EV BIRYAR DIŞIBIN ÇALAKIYÊ ÇETEYÊN HOV ÊN DERQANÛNÎ KU TOL HILDIDIN'

    Berdevkê Hamasê Hazîm Kasim biryara Îsraîlê nirxand û got: ‘Ev biryar, dişibin çalakiyên çeteyên hov ên derqanûnî ku tola xwe hildidin.'

    Kasim destnîşan kir ku sepandinên Îsraîlê dê bikêr neyên û vîna gele Filîstînê jî neşkine. Berdana leşkerên kul i Xazzeyê tên girtin jî ji bilî şertên Hamasê nayên berdan.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Îran: Pêwistiya me bi moşekên menzîldirêj tune ye, ji ber ku armanca me Îsraîl e
    Îsraîl li baregeha NATOyê ofîseke dewamî vekir
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    Etîketan:
    tolhildan, kuştin, malbat, hamas, cenaze, Hazîm Kasim, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de