05:04 20 Sibat 2018
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Rêjeya kuştin û xwekuştina jinên Kurd ên Îranê zêde dibe

    © AFP 2018/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê xwekuştina jinan a li Eyaleta Kurdistanê û bajarên Kurdan ên Îranê de hinek agahî belav kirin. Li gorî wan agahiyên komeleyê piraniya jinên kurd ên Îranê bi şewitandinê xwe kuştine.

    Komeleyê da zanîn ku di 19ê Berfanbara 2016an de li eyaleta Kurdistanê ya Îranê jineke 22 salî, di 20ê Berfanbara heman salê de jî jineke din bi awayekî bi guman kuştî hatin dîtin. Her wiha hat diyar kirin ku di rojên dawîn ên meha borî de 3 bûyerên kuştinê û 2 bûyerên xwe kuştinê pêk hatiye.

    KMMKê bi şemayekê diyar kir ku kuştin û xwekuştina jinan ji sedî 52 bi agir berdanê pêk hatiye. Li gorî şemaya komeleyê ji sedî 32 yê xwekuştinan bi darvekirinê û ji sedî 6 jî bi dermanxwarinê rûdane.

    Komeleyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser ku sedema zêdebûna xwekuştinan newekheviya aborî ya di navbera mêr û jinan de, azadnebûna jinan û hişmendiya rêveberiya dewleta Îranê ya serdestiya mêr e. Komeleyê dest nîşan kir ku ev yek li bajarên kurdan ji ber hebûna zext û zordariya Komeleya Îslamî ya Îranê zêdetir e.

    Komeleyê di dawiya daxuyaniyê de derbirî ku divê tavilê partiyên siyasî yên kurdan û saziyên sivîl ên kurdan vê yekê ji rayagiştî ya cîhanê re ragihînin.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin
    Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde
    Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir
    Îranê bertek da çalakiyên li pêş nûnertiyên xwe yên li Tirkiyeyê
    Etîketan:
    jin, xwekuştin, kuştin, Komara Îslamî ya Îranê, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de