01:52 25 Hezîran 2018
Ceng Sagniç

'Di serdemên herî awarte de jî têkiliyên PKKê û PDKê kêm nebûne'

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Emîne Çelebî
0 71

Lêkolînerê kurd Ceng Sagniç ku li ser navê Navenda Lêlokînên Stratejîk, Moshe Dayan Centera girêdayî Ûnîversîteya Tel Avîvê ye dixebite derbarê mijara pêşketinên salên dawî de rewşa kurdan nirxand.

Navenda Moshe Dayan binavê xwe yê orjînal The Moshe Dayan Center, navendeke lêkolînên cûr bi cûr e ku bi partiyên siyasî ve ne girêdayî ye û li rewşa hevdem a Efrîka û Rojhilata Navîn vedikole. Navenda di sala 1966an de li Zanîngeha Tel Avîvê bi alîkarî û piştgiriya hevalên Moshe Dayan hatiye damezirandin. Vê dawiyê di sala 1983an de gihiştiye navê xwe yê fermî.

'DÊ PKK Jİ ŞENGALÊ DERKEVE'

Ceng Sagniç rewşa Şengalê ya ji sala 2014an û vê de nirxand û got:"PKK di sala 2014an de xwe gihand hawara Şengalê û bi vî awayî îmza xwe avêt bin hewldaneke dîrokî, lê bi min di mijara Rojavayê de karta xwe zû lîst." Ceng Sagniç her wiha ji bo rewşa Şengalê jî got:"Têbiniya min ew e ku PKK ji bo parastina têkiliyên xwe yên bi Amerika, Bexda û Herêma Kurdistanê, dê ji Şengalê derkeve."

'ŞENGAL Jİ BO HEMÛ ALİYAN MİJAREKE MEZİN E'

Lêkolîner Ceng Sagniç da zanîn ku mana PKKê li Şengalê îro bûye mijareke mezin ji bo dewletên navnetewî û Herêma Kurdistanê û derbarê guftigoyên di navbera PKK û PDKê de wiha got: "Di serdemên herî awarte de jî têkiliyên di navbera

PKK û PDK de tu caran kêm nebûne. Lê ew nakokiyên ku di navbera kurdan de ji berê de hene ku herî dawî bi mijara Şengalê derket holê, tu caran nehiştiye ku navbera partiyên Kurdistanê germ bibe."

'DÎROK FERSENDEKE MEZIN DAYE KURDAN'

Ceng Sagniç wiha berdewam kir: "Kurd hê negihiştine astekî ku behsa yekbûna çar parçeyan bikin, lê ji bo herdû parçeyan dîrok fersendek mezin daye kurdan. Di serî de divê kurd fersenda li Herêma Kurdistanê hatiye bidestxistin, baş bikar bînin û pişgiriya xwe bidin ji bo serxwebûnê."

Bi heman mijarî:

ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!
ŞENGAL - Pêşmerge terorîstên DAIŞê topbaran dike
YBŞ: ‘PDK rêya Şengal-Rojava digire'
ŞENGAL - '30 bombe bi ser DAIŞê de bariyan'
Etîketan:
Navenda Lêkolînê yê Dayanê, Moshe Dayan Center, PKK, PDK, Ceng Sagniç, Tel Aviv, Şengal, Kurdistan, Afrîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de