10:31 18 Hezîran 2018
Welatiyan 35 cenaze ji ber qedexe û êrişên dewletê nikarin defin bikin

Bi dehan cenaze radestî malbatan nakin

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Bi qasî 58 cenazayên li Nisêbînê, nehatin teşxîskirin û hin ji wan li goristana bêkesan hatin veşartin û hin ji wan jî hêj li morgê tên rawestandin.

Hat hînbûn ku hêj li gel bidawîbûna qedexeya derketina derve, bi dehan cenaze hêj li morga Nexweşxaneya Mêrdînê de ne û wan radestî malbatên wan nakin.

Di 25ê Tîrmeha sala 2016an de qedexeye derketina derve ya li Nisêbînê bi awayekî qismî hate rakirin. Di wê de mê de 83 malbat serî li Saziya Tipa Dadî ya Mêrdînê dan, da ku cenazeyên wan bên rakirin.

Di vê çarçoveyê de xwîn ji malbatan hatin girtin û 26 cenaze hatin teşxîskirin. Li gel vê yekê hêj 57 cenaze hêj nehatine teşxîskirin.

Ji wan cenazeyên nasnameyên wan nediyar 23 li Rihayê, 21 li Mêrdînê û 6 jî li Amedê li goristana bêkesan hatin veşartin. Herwiha 7 ji wan jî hêj li Saziya Tipa Dadî ya Stenbolê ne.

Bi heman mijarî:

Cenazeyên 13 kesê ku di balafirê de bûn hat derxistin
Cenazeyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî gihîştin Herêma Kurdistanê
Cenazeyên 13 kesên ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, birin Meletiyê
Cenazeyên 3 kesên din jî anîtin Amedê
4 cenazeyên li Qoserê ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê
Etîketan:
diyarkirin, xwîn, saziya dadî, hînbûn, nasnameyên nediyar, cenaze, nisênîn, mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de