19:52 18 Hezîran 2018
hsd-şervanên xezeba firatê

Tugaya Şems el Şemal beşdarî pêngava duyem ya Xezeba Firatê bû

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şervanên Tugaya Şems El-Şemalê, bi awayekî aktif tevlî pêngava duyem ya Xezeba Firatê bûn.

Pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê bênavber didomin û heta niha zêdetirî 100 gundî ji terorîstan hatin rizgarkirin.

Heta niha gelek hêzên cuda beşdarî pêngavê bûn ku yên herî dawî şervanên Şems El-Şemalê bûn. Fermandarê Tugaya Şems El-Şemal Mihemd Ebû Adil amaje kir ew êdî bi awayekî aktîf beşdarî pêngavê bûne û heta Reqa bi temamî ji DAIŞê bê rizgarkirin jî, dê şer bikin.

Ebû Adil destnîşan dike ku heta niha 150 şervanên wan beşdarî operasyonên rizgarkirinê yên li gundên Bendava Tişrînê, Sêgul û gundên li rojavayê Reqayê bûne.

Ebû Adil di dawiya axaftina xwe de bi peyamekê eşkere dike ku ew amade ne ku hemû axa Sûriyeyê ji terorîstan rizgar bikin.

Bi heman mijarî:

Deh rojên dawî de Xezeba Firatê 97 gund rizgar kirine
Di pevçûna navbera DAIŞ û hêzên Xezeba Firatê de 9 terorist hatin kuştin
Di çerçoveya Xezeba Firatê de 2 gundên din hat rizgarkirin
Etîketan:
tugaya şems el şemal, pêngava duyem ya xezeba firatê, şerê daişê, şervan, muhammed abû adil, reqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de