12:03 20 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - tanka tirk

Fermandarekî ASAyê: 5 hezar milîtanên ASAyê yên ji Helebê derketine, dê li Babê şer bikin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di vê dema ku operasyona Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li dijî DAIŞ û YPGê berdewam dike de, 5 hezar milîtanên ASAyê yên ku ji Helebê hatine derxistin dê tev li operasyona Mertala Firatê bibin. Fermandarê liqa Helebê ya(ASA) Taha Atraç ji Spûtnîkê re ragihand ku 5 hezar milîtanên ji Helebê derketine, dê beşdarî operasyona Merala Feratê bibin.

Hikmet Durgun

DAIŞ
© AP Photo / Rased News Network via AP, File
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ASAyê hatine bidestxistin,di operasyona Mertala Firatê de ya ku Artêşa Tirkiyeyê Artêşa Sûriyeyê ya Azad di 24ê Tebaxa 2016an de dabû destpêkirin û hîn jî berdewam dike, heta niha 40 leşkerên tirk û 340 endamên ASAyê hatine kuştin. 4 fermandarên ASAyê di encama êrîşên DAIŞê de hatine kuştin. Herwiha di çarçoveya operasyonê de, bêtirî 200 leşkerên tirk û bêtir 430 endamên ASAyê birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, bêtirî 3 hezar leşkerên tirk di operasyonê de beşdar in û piraniya wan komando ne. Heta niha ji parêzgehên wek Bolu, Kayserî, Dêrsim, Dîlok û Rihayê gelek leşker beşdarî operasyona Mertala Firatê bûne. Leşkerên tirk di şerê li dijî DAIŞê de çekên giran bi kar tînin.

Tirkiye mehane 200 dolarî dide şervanên ASAyê û hemû mesrefên operasyonê dide.

"PIŞTÎ BABÊ, DÊ ÊRÎŞÎ MINBICÊ BIKIN"

Bajarê Babê, dijwartirîn eniya operasyona Mertala Firatê ye ji ber DAIŞ li dijî leşkerên tirk û endamên ASAyê di ber xwe de dide.Tirkiye bi çekên zirxî û yên giran operasyona xwe berdewam dike û hewl dide milîtanên ASAyê yên Rûsyayê ji Helebê derxistin bîne wê Babê.
Tê gotin ku ew ê Tabûrên Sultan Murad, Lîwaya Nûredîn El-zengî, Liqa Sultan murad û hinek komên din ên turkmen bînin Babê. Piştî Babê ew ê êrîşî Minbicê bikin.

Fermandarê liqa Helebê ya(ASA) Taha Atraç ji Spûtnîkê re axivî.

"ASAYÊN JI HELEBÊ HATINE DERXISTIN DÊ LI DIJÎ YPG Û DAIŞÊ ŞER BIKIN"

Atraç wiha got: "5 hezar milîtanên ASAyê yên ku ji Helebê hatine derxistin dê beşdarî operasyona Mertala Firanê bibin. Hîn kesî ew neanîne bajarê Babê lê di demeke kurt de dê werin. Milîtanên ASAyê ji Helebê birin Idlibê, ew ê ji wir jî biçin Babê."

Herwiha Atraç diyar kir ku şervanên ASAyê yên dê werin Babê, dê li dijî YPG û DAIŞê şer bikin û teqez kir ku stendina Babê gelekî giring e.

Fermandarê ASAyê diyar kir 2 hezar şevanên ASAyê di operasyona Mertala Firatê de beşdar bûn lê ev hejmar bi demê re guheriye.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) nêzî El Babê bû
9 Sûriyeyiyên di şerê navbera ASA û DAIŞê de birîndar bûn, rakirin Kilîsê
Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
Etîketan:
operasyona Mertala Firanê, YPG, DAIŞ, Tabûrên Sultan Murad, ASA, Taha Atraç, Rûsya, Sûriye, Heleb, Bab, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de